‛Armanca dewleta Tirk têkbirina aramî û dagirkirina herêmê ye’

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze aramiya herêmê têk bibe da ku herêmê dagir bike.

‛Armanca dewleta Tirk têkbirina aramî û dagirkirina herêmê ye’
20 adar, 2025   07:05
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikim. Di şeva 16-17’ê Adarê de li mezreyeke di navbera gundên Qomcî û Berxbotan ên başûrê Kobanê de li dijî malbetekê komkujî hate kirin, di encamê de 10 kes ji heman malbatê şehîd bûn. Her wiha taxên Til Ehmar, Raşîn û taxên Aşûriyan ên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê rastî topbaranê hatin û di encamê de ziyanên madî bi malên sivîlan bûn.

‛ARMANCA ÊRIŞAN TÊKBIRINA PEYMANA SIYASÎ YE’

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Ehmed Heyder destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de êrişên dewleta Tirk a dagirker gelekî zêde bûne.

Heyder bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker vê peymanê naperjîne û bi êrişên leşkerî û têkbirina aramiya li herêmê dixwaze vê peymanê têk bibe.

‛DAGIRKERIYA TIRK DIXWAZE ARAMÎ Û JIYANA HEVBEŞ TÊK BIBE’

Heyder diyar kir ku li bajarê Til Temirê Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr bi aştî bi hev re dijîn û ev jî ji bo dewleta Tirj a dagirker tê wateya gefxwarina li berjewendiyên wê, ji ber wê ew hewl dide tevliheviyê li herêmê derxe û deverên Sûriyeyê dagir bike da ku xwe biparêze.

CIVATA NAVNETEWEYÎ JI BO RAWESTANDINA BINPÊKIRINÊN DAGIRKERIYA TIRK BERPIRS E

Heyder diyar kir ku divê civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û helwesteke cidî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nîşan bidin.

Heyder got pêwîstî bi hesabpirsîna ji Enqereyê li ser van sûcên li dijî sivîlan heye, rageşiya leşkerî ku gefan li ewlehî û îstîqrara li herêmê dixwe werin sekinandin û bang kir ku piştgiriyê bidin projeya Sûriyeya nenavendî ya pirrengî ya ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga wê dike.

TIRKIYE: DERIYÊ SEREKE YA KOMÊN ÇETE LI SÛRIYEYÊ YE

Heyder destnîşan kir ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de têkilî hene û got: “Ji bo ku çete derbasî xaka Sûriyeyê bibin, bi taybetî jî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Enqere deriyê sereke bû."

Heyder di dawiya axaftina xwe de got ku dewleta Tirk a dagirker wan çeteyan wekî amûrekê ji bo têkbirina aramiya herêmê bi kar tîne.

(mh/fr)

ANHA