Desteya Jinan li Efrîn û Şehbayê panelek diyalogê li dar xist
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya rêzepanelên ku dê li 7 kantonên herêmê li dar bixe de, paneleke diyalogê li kantona Efrîn û Şehbayê li dar xist.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3'yê vê Tebaxê de ragihandibû ku ew ê rêzepanelên diyalogê li 7 kantonên herêmê bi sernavê "Pêşxistina têkoşîna şoreşa jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de" li dar bixe.
Ev biryar li gorî encamnameya civîna salê ya Desteya Jinan a 2024'an bû.
Yekemîn panel li kantona Minbicê 4'ê Tebaxê bû, piştre li kantona Firatê 12'ê Tebaxê hate lidarxistin û îro li kantona Efrîn û Şehbayê li dar ket.
Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; "Rastiya jinan û bandorên diyardeyên civakî yên nerênî li ser wan û li ser têkoşîna wan" û "Rola jinan di Rêveberiya Xweser de û girîngiya pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinan".
Endama Desteya Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn Şehbayê Muşîre Mele Reşîd diyar kir ku jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke pêşeng lîstiye.
Her wiha hevseroka Meclisa Kantonê Melek Hisên teqezî bi girîngîdayîna rola jinan di pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser de, kir.
Melek destnîşan kir ku êdî jin di qadên siyasî, aborî, leşkerî, civakî û çandî de bûne xwedî rol.
Di dawiya panelê de beşdaran hin xalên pêwîst ji bo pêşxistina jinan pêşniyar kirin. Pêşniyar ev in:
1- Pêşxistina xweperwerdekirinê û xwendina berhemên Rêber Abdullah Ocalan.
2- Birêxistinkirina jinan û lidarxistina hemleyên hişyarkirinê di nav civakê de û misogerkirina pêkanîna qanûna malbatê.
3- Rêgirtina li ber hemû dozên nerênî.
4- Xurtkirina rola jinan di pergala hevseroketiyê de û pêşxistina wê di aliyê fikrî û çandî de bi rêya panelên diyalogê û perwerdeyan.
5- Analîzkirina dozên tundî, kuştin û xwekuştinê û lêkolînkirina van mijaran ji aliyê Komîteya Dengê Jinan ve.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro paneleke diyalogê li kantona Reqayê li dar dikeve.
(mh)
ANHA
Reqa