Eşîra Bû Hemdan: Çi dibe bila bibe em bi QSD`ê re ne

Rûspiyên eşîra Bû Hemdan a Dêrazorê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji QSD'ê re nû kir, hewldanên derxistina fîtneyê şermezar kir û banga hesabpirsînê ji sûcdaran li dadgehên navneteweyî kir.

Eşîra Bû Hemdan: Çi dibe bila bibe em bi QSD`ê re ne
Eşîra Bû Hemdan: Çi dibe bila bibe em bi QSD`ê re ne
Eşîra Bû Hemdan: Çi dibe bila bibe em bi QSD`ê re ne
13 tebax 2024   19:26
DÊRAZOR

Li bajarê Firat ê rojhilatê Dêrazorê civîneke eşîran li dar ket. Tê de rûspiyê eşîra Bû Hemdan, Mehmûd El Turkî El Nûman daxuyaniyek li ser navê rûspî û serokeşîrên bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî herêmê hatin şermezarkirin. Her wiha hate diyarkirin ku di êrişan de sivîl şehîd û birîndar bûn, zirarên mezin li mal û milkên şêniyan û saziyên xizmetguzariyê mîna stasyonên avê, kehrebeyê bûn hatin talankirin. 

Di daxuyaniyê de destwerdana di karûbarên herêmê de hat redkirin û hat diyarkirin ku diviyabû hikumeta Şamê bi QSD`ê û Rêveberiya Xweser re diyalog bikira û herêman ji destê DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk rizgar bikira.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikumeta Şamê her tim Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi girêdana derve û parçebûnê tawanbar dike, lê ji bîr kiriye ku wê welat û gelê Sûriyeyê bi siyasetên xwe yên hişk û har parçe kir.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ji siyasetên xwe hişyar û baldar be ji ber ku dê li hember berxwedana gel û israra wî ya parastina herêmên xwe, têk biçe.

Di daxuyaniyê de teqezî bi helwesta êl û qebîleyên herêmê ya parastina hevgirtina nîştimanî û dûrketina ji fitneyê hate kirin û spasiya QSD`ê hate kirin ku tevna civakî diparêze.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku êdî hewldanên derxistina fîtneyê rawestîne. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku bikevin tevgerê da ku sûcên hêzên girêdayî hikumeta Şamê aşkera bibin û lêpirsînekê der barê de vekin, sûcdaran li dadgehên navneteweyî darizînin.

(mh)

 ANHA