Rûsya û Ukrayanyê li ser pevguhertina 314 girtiyan li hev kir

Steve Witkopf ragihand ku bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Ukrayna û Rûsya li ser pevguhertina 314 girtiyan li hev kirin.

Rûsya û Ukrayanyê li ser pevguhertina 314 girtiyan li hev kir
5 sibat, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkopf, ragihand ku bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Ukrayna û Rûsya li ser pevguhertina 314 girtiyan li hev kirine.

Witkopf di nivîsekê de ku li ser X’ê parve kiriye got, ev lihevkirin piştî civînên nûnerên her sê dewletan pêk hat û diyar kir ku nîqaş berdewam in, dibe ku çend hefteyên pêş de pêşketinên zêdetir çêbibin.

(b)