Desteya Enerjiyê: Bendava Tişrînê di xeteriyê de ye

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser têkildarî xeteriya hilweşîna Bendava Tişrînê, ji ber êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker, hişyarî da.

Desteya Enerjiyê: Bendava Tişrînê di xeteriyê de ye
25 sibat, 2025   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker metirsiya hilweşîna Bendava Tişrînê zêde dikin û wê bi xwe re karesatên mirovî û jîngehî yên mezin bînin.

Hevserokê desteyê Ziyad Rustem ji Bendava Tişrînê daxuyanî da û got êrişên bênavber ên ku ji du mehan ve li dijî bendavê tên kirin zirarên mezin kirin, kehrebe li bendavê qut bû û av di parçeyên binî de bilind bû. Rustem wiha got: "Êrişên bênavber nîşaneya hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê ku dikevin xizmetî Sûriyeyiyan e."

Rustem diyar kir ku nêzî 5 milyon kes ava vexwarinê ji çemê Firatê digirin, zêdetirî 200 hêktar zevî bi wê avê tê avdan û got ger bendav hilweşe wê ev herêm ji avê mehrûm bibe û krîzeke mirovî li herêmê çêbibe.

Hevserokê desteyê Rustem got ji bo ku pêşî li hilweşîna bendavê bigirin komên pîşeyî di nava xebatê de ne, lê êrişên bênavber binesaziya bendavê dixin xeteriyê. Divê civata navneteweyî û desthilata Şamê li hember van êrişan bêdeng nemîne û tedbîrên lezgîn ji bo rawestandina van êrişan û parastina bendavê bigirin.

Bendava Tişrînê yek ji girîngtirîn bendavê avê li bakurê Sûriyeyê ye, lê ruxmî hişyariyên dubare yên li ser gengaziya pêkanîna karesatên mirovî, dîsa jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrişî bendavê û derdorê dikin.

(mh/fr)

ANHA