Reşnivîsa nêrîna siyasî ya Kurdî tê amadekirin 

Partî, rêxistin û kesayetên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya xebatên avakirina helwesta siyasî de, dest bi nivîsandina reşnivîsa nêrîna siyasî kirin. 

Reşnivîsa nêrîna siyasî ya Kurdî tê amadekirin 
26 sibat, 2025   03:50
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Amadekariyên pêkanîna konfransa avakirina helwesta yekpare ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku ji Mijdara 2024’an ve didomin, derbasî qonaxek nû bû. 

Di çarçoveya xebatên ku heta niha nêzî 40 partî, rêxistin û kesayet tevlî bûne de, komîteya amadekar, roja 22’yê Sibatê (2025) careke din li hev civiya.

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat pêkanîn de xebatên dawî hatin nirxandin û plansazî hat derxistin.

Li gorî agahiyên ku endamê komîteyê û Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Mistefa Meşayix dane ANHA`yê, di mijara nêrîna hevpar a siyasî de pêşketin çêbûne.

Di encama nîqaşan de, biryar hate girtin ku ev nêrînên hevpar wekî reşnivîsekê werin nivîsandin. Reşnivîs, piştî ku hemû partî û rêxistinên di xebatê de cih digirin, erê kirin, wê pêşkêşî derdorên ku hîn tevlî vê xebatê nebûne jî were kirin.

Li gorî gotinên Mistefa, eger nakokiyên cuda dernekevin, piştî reşnivîsê wê dest bi amadekariya konferansekê were kirin. Reşnivîsa ku hatiye amadekirin jî, wê di vê konferansê de bê nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn, piştre jî wekî helwesta siyasî bê ragihandin.

(a)

ANHA