Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike

Keleha Cebar a kevnar ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser ve tê restorekirin. Xebatên restorekirin û parastinê dê heta dawiya meha Kanûnê dewam bikin.

Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
Desteya Çandê Kela Cebarê restore dike
23 mijdar, 2024   07:10
TEBQA

Keleha Cabar ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ye. Li aliyê çepê yê çemê Firatê ye, 15 km dûrî bajarê Tebqayê ye û 55 km dûrî Reqayê ye. Keleh li ser deşteke kilsî ya sist hatiye avakirin û 347 metreyan ji deryayê bilind e.

Bircên kelehê di encama şerê li herêmê de derizîne û piraniya bermahiyên wê yên arkeolojîk li ber hilweşînê ne. Her wiha çeteyan gelek parçeyên wê dizîn.

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên pêwendîdar ji bo parastina kelehê, gelek proje dan destpêkirin ku ya yekemîn di sala 2021’an de bû.

Der barê projeya duyemîn de ku di destpêka meha Cotmeha îsal de dest pê kiriye, cîgirê hevserokên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zerdeşt Îso destnîşan kir ku vê xebatê piştî lêkolîn û dîtina cihên ku pêdivî bi destwerdana lezgîn heye, dest pê kir.

Di çarçoveya xebatên sererastkirinê de dê dîwarek li nêzîkî Birca El Imare bê avakirin û banên birc û dîwarên tevahiya kelehê bêne nûkirin (8 birc), her wiha banê muzeyê û hola têketina kelehê bi kerpîçan bêne qewînkirin û dîwarekî hesinî yê 30 metre dirêj ji bo parastinê bê danîn.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandê di dawiya axaftina xwe de got girîngiya projeya sererastkirinê ew e ku ev şûnwarê arkeolojîk a girîng ji hilweşînê bê parastin. Her wiha da ku kesên serdana kelehê jî dikin bikarin bi ewlehî lê bigerin.

Tê payîn ku ev projeya di destpêka meha Cotmeha borî de dest pê kiriye, dawiya Kanûna bê temam bibe.

(k)

ANHA