‘Şoreşa me bi pêşengiya jinan xurttir dibe’

Gaziyê şer Birûsk Kobanê da xuyakirin ku sedema sereke ya şer û pevçûnên di roja me de zîhniyeta bi serweriya mêran e û got “Bi saya fikir û bîrdoziya Rêber Apo, em bi hevrêyên xwe yên jin re mil bi mil ji bo azadiya gelên xwe di nava têkoşînê de ne. Ev şoreşa me ya bi pêşengiya jinan her ku diçe xurttir dibe, wê bi hemû heybeta xwe li hember êrişan li ser pêyan be.”

‘Şoreşa me bi pêşengiya jinan xurttir dibe’
23 mijdar, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî endamê Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Birûsk Kobanê ji ajansa me re axivî. 

Birûsk Kobanê bi bîr xist ku di berxwedana Kobanê de gelek şervan û fermandarên jin ên timî di eniyên pêş de bûn pir bandor li ser kiriye û got: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê ez şehîd Medya Kobanê, Şehîd Nûjîn, Şehîd Sorxwîn, Şehîd Peyman bi bîr tînim. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de bi sedan hevalên jin weke fermandar û şervan di eniyên herî pêş de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên hov ên bibûn bela serê dinyayê şer kirin.”

‘ME BI PARADÎGMAYA RÊBERTIYÊ RE XWE BAŞTIR TEHLÎL KIR’

Birûsk Kobanê destnîşan kir ku bi tevlêbûna nav refên Tevgera Azadiyê û perwerdeyên li ser esasê bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan re pir baş fêm kiriye ku azadiya civakê teqez wê bi azadiya jinê pêk were û wer dewam kir: “Dema ez tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûm, min dît ku tiştên dewletê û rêûesma civakê ya dixwestin di hişê me de bidin çandin, ne rast in. Tişta sîstemê dixwest bi me bide kirin, çavkaniya xwe ji zîhniyeta 5 hezar sal e ji hêla serweran ve tê meşandin digire. Helbet bi perwerdeyan û bi jiyana me bi çavên xwe dît, em lê serwext bûn ku divê weke mêr em xwe ji vê pergala zordar rizgar bikin.”

Birûsk Kobanê wiha dewam kir: “Bi paradîgmaya Rêber Apo re me xwe û civaka xwe baştir tehlîl kir. Em dizanin ku sedema sereke ya şer û pevçûnên di roja me de zîhniyeta bi serweriya mêr e. Em bi hevrêyên xwe yên jin re mil bi mil ji bo azadiya gelên xwe di nav têkoşînê de ne. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan her diçe xurttir dibe, wê bi hemû heybeta xwe li hember êrişan li ser piyan be. Ji ber ev şoreş di nav xwe de wekhevî, azadî û hemû nirxên mirovatiyê dihewîne.”

Birûsk Kobanê anî ziman ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji mînaka herî berbiçav a pratîzebûna paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Dewleta Tirk a dagirker pêkv jiyana gelan, wekheviya cinsan, azadiya jin û civakê ji bo hebûna xwe tehlûke dibîne. Ji ber vê timî êrişan pêk tîne. Pêwîst e gelên me vê zanibin ku azadiya rasteqîn li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertiya me wê pêk were.”

‘DIVÊ CIWAN LI HEMBER LÎSTIKÊN DAGIRKERAN HIŞYAR BIN’

Li hember lîstikên dewletên dagirker ên li ser ciwanan jî Birûsk Kobanê wiha axivî: “Wek hevalekî gazî ez bang li tevahiya ciwanên Kurd, Ereb û yên ji gelên din dikim. Divê ti ciwan bi lîstikên hêzên dagirker û modernîteya kapîtalîst nexape. Tiştekî ew hêz bidin me nîn e. Rêya herî pîroz û rast têkoşîna ji bo xaka xwe û gelên xwe ye. Divê hemû ciwan ji bo parastina vê şoreşa bi xwîna şehîdan ava bûye biherikin nav refên têkoşînê. Çi jin çi xort tevahî ciwanên me divê zanibin ku ji hemû deverên cîhanê bi sedan hevalên jin û xort berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê ligel şervanên YPG û YPJ’ê şer kirin. Bi vê zanebûnê pêwîst e tu ciwan dest ji axa xwe bernede.”

Birûsk Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van xakan dergûşî ji mirovatiyê re kiriye. Cara yekem xwedawendên civak ava kirine û ji bo civakbûnê berhem afirandine li ser van axan derketine holê. Bi paradîgmaya Rêbertiya xwe re em ê careke din li ser van xakan jiyaneke wekhev û azad ava bikin, pêş bixin. Bi vê bîr û baweriyê ez careke din tevahî hevalên me yên şehîd bi bîr tînim. Di rêya ku wan ji me re vekiriye de bêteredut heya serketinê em ê bimeşin.”

(bb)