DAIŞ êriş navendên hikumeta Şamê li çolistanê kir

Çeteyên DAIŞ`ê di 24 saetan de gelek navendên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyeyê kirin hedef. Di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

DAIŞ êriş navendên hikumeta Şamê li çolistanê kir
22 mijdar, 2024   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna bombeyekê ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana El Rasafa yê başûr rojavayê Reqayê bi cih kiribû de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 4 din birîndar bûn.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê êriş navendên hikumeta Şamê yên li herêma Şola ya çolistana Dêrazorê kir û di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li çolistana Tedmurê (Palmîrayê) ya rojhilatê Himsê di çend saetên dawîn de di navbera hêzên hikumeta Şamê, çekdaran û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket û di encamê de ji her du aliyan birîndar bûn û hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku "sewqiyatên leşkerî yên DAIŞ`ê gihaştine herêmê ku ji endam, erebeyên leşkerî pêk tê û ji çolistana Iraqê hatine".

SOHR`ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê êriş navendên hikumeta Şamê yên li dora bajarokên Tîba, Kom, Cebel El Dahik û Tiwînan ên rojhilatê Himsê kirin.

(şx)

ANHA