'Destê Yekitiya Xwendekarên Sûriyeyê di qedexekirina xwepêşandanan de hebû`

Li gorî lêkolînekê ku Meclisa Sûriyeyî-Brîtanî çêkiriye, "Yekitiya Niştîmanî" ne tenê di qedexekirina xwepêşandanên hundirê zanîngehan de rol lîstiye lê belê rola wê di qedexekirina wan li derveyî zanîngehan de jî hebû.

'Destê Yekitiya Xwendekarên Sûriyeyê di qedexekirina xwepêşandanan de hebû`
19 hezîran 2024   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku "Yekitiya Niştîmanî ya Xwendekarên Sûriyeyê di qedexekirina xwepêşandanan de li zanîngeha Şamê di salên 2011 û 2012'an de rol lîst.

Lêkolîn ji aliyê Meclisa Sûriyeyî- Brîtanî ve hatiya amadekirin. Ev lêkolîn li ser şahidiyên 17 kesan ku di nav de xwendekarên berê, endamên desteyên perwerdeyê û yekitiyê bi xwe hene, hatiye amadekirin.

Lêkolîn 14 mehan anku ji Îlona 2022'yan heta Mijdara 2023'yan dom kiriye. Tê de bal hatiye kişandin ser sûc û binpêkirinên ku di navbera Adara 2011'yan û dawiya sala 2013'an de hatine kirin.

Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku destûr ji bo endamên yekitiyê ya zanîngeha Şamê re hat dayîn da ku bi hemû rêbazên lêdan, îşkenceyê û şopandina xwendekaran li ser internetê, xwepêşandanan asteng bikin.

Her wiha, hatiye destnîşankirin ku yekitiyê ev sûc ne tenê di zanîngehê de, her wiha li derveyî zanîngehê, nexasim li pêşiya mizgeftên Şamê, xwepêşandan asteng kiriye.

Di lêkolînê de astengkirina xwepêşandana li pêşiya Fakulteya Zanyarî 11`ê Nîsana 2011`an hatiye bibîrxistin ku nêzî 25 endamên yekitiyê, parêzvanên zanîngehê, 50 heta 100 xwepêşandêr dorpêç kiriye, bi lep û çû li wan daye û gotinên xirab ji wan re gotiye.

Li gorî şahidiyên di lêkolînê de, endamên yekitiyê xwendekarên ku destgîr kirine, di cihên cuda yên Zanîngeha Şamê de ragirtine wek odeyên parêzvanên zanîngehê yan jî nivîsgehên endamên desteya rêveberiya zanîngehê.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku endamên yekitiyê xwendekarên ku di xwepêşandanan de beşdar dibûn, destgîr dikirin û ew radestî hêzên ewlekariyê dikirin mîna şaxê ewlehiya siyasî ya li Şamê yan jî Îstixbarata Giştî 251 ku bi navê şaxê El Xetîb tê naskirin yan jî şaxê Îstixbarata Hewayî li Herestayê.

Di lêkolînê de hatiye gotin ku yekitiyê bi lêdanê, şeqemê û pehînan li xwendekaran didan. Her wiha bi çû, boriyên plastîk ên stûr û heta bi kehrebeyê îşkence li wan dikirin.

(mh-şx)