Dewleta Tirk Binarê Qendîlê dîsa bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Têkîldarî ziyanên bombebaranê agahî bi dest neketin.
Piştî ku duh balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Kanê û Sêgirî yên qontara Çiyayê Metînayê bombebaran kirin, li herêmê şewat derket, baxên gundiyan û bi sedan dar şewitîn.
(şx)