Sewqiyata artêşa Tirk a ji bo Başûr didome
Şevê din di saetên dereng de dibin çavdêriya PDK’ê de bi dehan wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk derbasî navenda navçeya Amêdiyê ya Dihokê bûn.
Şeva borî saet derdora 02:00’an de hêzeke mezin a artêşa Tirk a dagirker ku ji wesayîtên zirxî û tankan pêk dihat, derbasî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji roja 22’yê Hezîranê ve artêşa Tirk a dagirker dibin çavdêrî û hevkariya PDK’ê de bi sedan wesayîtên zirxî, tank, top û leşkerên xwe yên dagirker derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê dike. Li gelek gundên derdora çiyayê Metîna û navçeya Amêdiyê leşkerên Tirk tê bicihkirin. Leşkerên Tirk û çekdarên PDK’ê diçin nava gundan bendên kontrolê datînin û bi zorê dixwazin gundên deverê bidin valakirin.