ˊPaqijiya seyrangehan berpirsiyariya her kesî yeˊ

Hin welatî dema diçin seyrangehan çopê diavêjin û li şûna xwe dihêlin, ev yek jî ji welatiyên ku bixwazin biçin seyrangehan re nerihetiyê çêdike, bi taybet parastgeha Mizgeftê.

ˊPaqijiya seyrangehan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˊPaqijiya seyrangehan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˊPaqijiya seyrangehan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˊPaqijiya seyrangehan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˊPaqijiya seyrangehan berpirsiyariya her kesî yeˊ
5 tîrmeh 2024   07:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li rojhilatê kantona Cizîrê, gelek cihên geştiyariyê hene ku şênî ji ber xwezaya wê ya xweşik diçin wir û bêhna xwe vedidin.

Parastgeha Mizgeftê ya li bakurê rojhilatê bajarê Tirbespiyê, yek ji geştiyariyên li herêmê ya herî navdar e. Bi ava bendavê, dar û berên xwe tê naskirin ku ji bo şêniyan cihê bêhnvedanê ye.

Sala 2015`an Gerînendetiya Jêderên Avî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê wek parastgeh ragihand. Bi hezaran dar lê hatin çandin, nêçîrî lê hate qedexekirin.

Lê belê ev dîmenên xweşik ên xwezayê bi tevgera hin kesên neberpirsyar re, xirab dibin. Hin geştiyar ji tevgera hin geştiyarên din ên ku gemarê li pey xwe dihêlin û dora xwe paqij nakin, aciz dibin.

Desteya Ciwan û Werzîşê, Şaredariya Gel û Gerînendetiya Çandinî û Avdanê, gelek caran parastgeh paqij kirine. Lê belê piştî ku karê wan diqede, ew dîmenê nexweşik dubare dibe. Rast e Şaredariya bajarê Tirbespiyê hawiye (sendoqên çopê) li parastgehê bi cih kirine, lê belê gemar li her derê di nava daran de û li ser beravên bendavê kom dibin.

Gelek geştiyar gemarê dikin hawiyeyan, hin geştiyarên din jî tûrik bi xwe re dibin, ji bo ku gemarê li şûn xwe nehêlin, dora xwe paqij dikin û gemarê dikin cihê wê. Lê li beramber vê berpirsiyariyê ji aliyê hin geştiyaran ve, hinek bê berpirsyarî tev digerin û parastina parastgehê paşguh dikin.

Endama rêveberiya Jêderên Avî ya bajarê Tirbespiyê Munteha Xelîl destnîşan kir ku hewldanên paqijkirina parastgehê encamdar bûn, lê belê pirsgirêka çopê hîna berdewam e, ji ber ku hinek kes vê yekê paşguh dikin.

Muntehe diyar kir ku parastgeh bûye meqseda şêniyan, ji ber ku bi dar û ber e, av lê heye û xwezaya wê xweşik e. Li gorî Munteha ev armanca Rêveberiya Xweser bû dema Bendava Mizgeft wek parêzgeheke xwezayî ragihand.

Munteha di dawiyê de got: "Divê cihê em lê rûdinin paqij bikin. Paqijiya erdê û avê berpirsyariya her kesî ye. Divê em rê nedin gemar lê kom be."

(şx)

ANHA