Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike

Li Komeleya Çandî ya Suryanî fêrî muzîk û folklora xwe bû. Niha jî li heman komeleyê perwerdeya govendê dide.

Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
Folklora Suryanî fêrî şopdarên xwe dike
5 tîrmeh 2024   06:17
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ  

Mêlsa Yûsif li pêşberî komek zarokan sekiniye û bi muzîka ku ji telefona xwe dide guhdarkirin, govendê fêrî wan dike. Ji zimanê wan baş fêm dike, ji ber ku ew bixwe jî di heman rêyê de derbas bûye. 

Mêlsa ya 27 salî Suryanî ye û li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Sala 2010`an dema 13 salî bûye, bi rêya rêxistina ciwanên Suryan, Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyeyê nas kiriye.

Komele sala 2008`an li Qamişlo hatiye vekirin û xebatên muzîk û folklora Suryan-Asûrî-Kildan dimeşîne. Li Dêrik, Tirbespiyê û Hesekê jî şaxên wê hatine vekirin.

Komeleya ku di şertên zehmet de hatiye avakirin û astengî dîtine, bi Şoreşa 19`yê Tîrmehê re, derfetên xebat, perwerde û rêxistinê peyda kirine.

Di komeleyê de ji bo zarokên 5-17 salî û ciwanên heta 25 saliyê perwerdeyên muzîk û folklorê tên dayîn. Perwerde hefteyê 3 rojan bi zimanê Suryanî hem teorîk hem piratîk tên meşandin.  

Di beşa muzîkê de komên muzîkê, orkestra, bando, di beşa folklorê de jî komên govendê hatine avakirin. Komên muzîk û govendê beşdarî şahî û minasebetên cur bi cur ên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan (Newroz, Ekîto û cejinên Xiristiyanan û hwd) dibin.

Navê komeleyê çanda Suryanî ye, lê li gorî rêveberên wê, deriyê wan ji kesên ji çand û netewên din re jî vekirî ye.

MÎHRÎCANA MERDOSO

Ji bilî beşdarbûna şahî, salveger û hwd. Komele bixwe jî her sal mîhrîcanekê birê ve dibe. Her sal di navbera mehên Tebax û Îlonê de, bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Mîhrîcana Merdoso ku çanda Suryaniyan vedibêje, tê lidarxistin. Mîhrîcan li bajarê Qamişlo û Hesekê 2 rojan (her bajarekê rojek) tê pêkanîn.

ŞAGIRT DIBIN RÊVEBER Û MAMOSTE

Şagirtên ku hinek ji wan di dema zarokatiyê de, hinek jî di dema ciwantiyê de li komeleyê perwerdeyê dibînin, piştre wekî rêveber û mamoste li komeleyê kar dimeşînin.

Mêlsa Yûsif ji yek ji wan şagirtan e. Di zarokatiya xwe de li komeleyê dersên folklorê dîtine. Piştî perwerde bi awayekî serkeftî bidawî kiriye jî, rêveberên komeleyê ew wekî mamoste erkdar kiriye. Mêlsa li gel 5 mamosteyên din perwerdeyê dide zarok û ciwanan.

BI ŞAGIRTAN RE BÛYE YEK

Mêlsa niha hefteyê 3 rojan li navenda komeleyê ya li Qamişlo komek zarokan fêrî govendê dike. Li aliyekê ji telefona xwe muzîkê pê dixe û li peşberî zarokan lîstika govendê vedibêje, li aliyê din, ji bo pratîkê diçe sergovendê û bi wan re dilîze.

Ji danûstendinên wan, lîstikê û rehetiya wan fêm dibe ku Mêlsa û şagirtên wê pir li hev dikin. Mêlsa jî di wê re de derbas bûye, lewma demên acizbûn, tengbûn an jî keyfxweşiya zarokan dizane. Nexasim dema dibîne ku zarok hinek aciz bûne, navber dide, bi dawîbûna perwerdeyê re jî, li gel zarokên ku malên wan nêzin bi meş heta ber deriyê wan diçe.

(a)

ANHA