Destana lehengiyê: Bêrîtan

Bêrîtan bû rihek, ramanek, heqîqet û bû destanek nemir e. Bêrîtan bûye sembolek û ji artêşeke jinan re bûye mînek. Bêrîtan bi eşqa xwe ya ji jiyanê re hêza rasteqîn a jinan a di aliyê rêxistin, şer û jiyanê de nîşan da.

Destana lehengiyê: Bêrîtan
25 cotmeh 2023   02:41
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Fermandar Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedaî navê xwe di rûpelên dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de nemir kir. Bêrîtan bi şehadeta xwe têgeha jina azad, jina bi cesareat a serî ji dijmin re natewîne çesipand.

Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) sala 1971′ê li warê berxwedanê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vedike. Warê ku Bêrîtan lê mezin bûye, di salên 1937 û 1938′an bibû qada komkujî û qetîlamên li dijî gelê Kurd.

Bêrîtan xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Al Ezîz diqedîne û xwendina zanîngehê li Stenbolê temam dike. Bêrîtan di salên xwe yên xwendinê de fikrê têkoşînê nas dike û dest bi lêgerîna li heqîqet û azadiyê dike.

Bêrîtan jineke zîrek bû, di xwendina xwe ya li fakulteya wêjeyî yêa zimanê ingilîzî de serkeftî bû. Ji xwendina pirtûkan hez dikir. Bêrîtan Kesayetek xurt bû û bi îradeya xwe ya xurt dihat nasîn.

Bêrîtan di sala 1991′an de berî dide çiyayên Kurdistanê û tev li nava refên têkoşînê azadiyê dibe. Bêrîtan di demeke kurt de pisporiyeke mezin di fermandarî û rêveberinê de digire, karî qeyd û bendên koletî û hîşmendiya baviksalar bişkîne .

Rola lehengiyê ya Bêrîtan di perwerdekirina jinan li ser esasê ramanê azad ê bê qirêjî û koletiyê, derket holê. Ji zehmetiyên ku li pêşiya wê derdiketin, neditirsiya, li her cihê ku lê bû rihê vîn û hezkirinê çandibû û dihat naskirin ku ew  ji dilê rêhevalên xwe yên jin derdixe.

Bêrîtan ji bo jinan mînakek bû, ji ber ku zû xwe li hember zehmetiyan diguncand, bû rêber û serpereştiya perwerdekirina komek şervanên jin kir û kedeke mezin da artêşbûna jinan. Ev yek ji valehiyê ve nehat, têkoşer Bêrîtan ji aliyê hîşmendiyê ve bi aloziyan re rû bi rû ma û li berî helwstên zilamên serdest ên wê demê ku li ser bingehê redkirin û înkarkirina yê din û feraseta derxistina jinan ji nava têkoşînê, rabû. Ji ber vê yekê Bêrîtan teoriya ku dibêje: “Jin bê mêr nikare şer bike, jin bi tena xwe nikare li çiyayan bijî û şer bike, jin bar in li ser milên me” hilweşand.

Bêrîtan îsbat kir ku teoriya “Jin lewaz in, jin ne xwedî hêz in” ya ku jinê biçûk dixe, şaş e. Li ser vê yekê têkoşer Bêrîtan pîvanên nû danîn, hem ji bo şerê jiyaneke bi rûmet û azad, dûrî bindestî û teslîmbûna zihniyeta mêr, hem jî li dijî nêzîkatiya xiyanetê ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kurdistanê pêşengtiyan wê dikir. Bi tenê bi hevalên xwe yên jin re di operasyonên leşkerî yên mezin de li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir û têgeh hilweşandin.

Fermandar Bêrîtan îspat kir ku jin bi şerê xwe heye û di şer de rastiya xwe diafirîne û jina ku bi şer û têkoşîna xwe azad dibe bêtir tê hezkirin û jina ku ji bo ramanên xwe têdikoşe, natirse û di şert û mercên herî tarî de bi tena serê xwe dikare têbikoşe. Fermandar Bêrîtan dibêje: “Jineke qels tune ye, Jinek heye ku hêza wê hatiye desteserkirin.′′

Fermandar Bêrîtan mîsyonên zehmet hilgirt û bi îsrar li hemberî hîşmendiya baviksalar tê koşiya. Bêrîtan di pêvajoyeke zehmet de ku PKK′ê tê re derbas dibûn, li hemberî xeta xiyanetê ya PDK′ê şer kir.

Tabûra jinan a bi pêşengiya şehîd Bêrîtan li hemberî êrişên Tirkiye, Îran û PDK′ê yên ku ji bo tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê peymanek pêk anîbûn, şer kir.

Ji wê demê ve, PDK′ê bûye amûrek di destê dewleta Tirk a dagirker û di êrişên wê yên li dijî PKK′ê de tevkariyê dike.

Di 23′ê Cotmeha 1992′an şerê di navbera gerîla û xayînan de gûr dibe. Şehîd Bêrîtan piştî ku tevahî hevrêyên wê şehîd dibin, di 25′ê Cotmehê de ji aliyê çekdarên PDK′ê ve tê dorpêçkirin.

Bêrîtan heta guleya yekemîn li ber xwe dide û şer dike, piştî guleyên wê xilas dibin, çekdarên PDK′ê jê dixwazin xwe teslîm bikin û got, eger teslîm bibe ziyanê naghînên wê. Hingî Bêrîtan vê bersivê dide wan "Eger hûn bi dijmin re bibin hevkar hûn xayîn in. Divê hûn xwe teslîmî me bikin."

 Dema Bêrîtanê ev bersiv da, dagirker şikestin û rûyê Kurdên xayîn reş bû. Fermandar Bêrîtan bi cesaret û serbilindiyeke mezin xwe ji lutkeya çiyayên Xakurkê ên bilind avêt û wiha diqêriya ``Bimre xiyanet``. Bêrîtan biryara mirinê ne pejirand, wisa xwest ku baskên xwe veke û ber bi jiyaneke azad ve bifire.

Qêrîna Bêrîtan a li Kurdistanê deng vedide, qêrîna ji bo avakirina yekitiya neteweyî bû. Ev qêrîn wêrekî û hêza jina Kurd nîşan da. Her wiha îsbat kir ku kengî îrade hebe hingî wê serkeftin jî hebe. Ev qêrîn nameya "Ez jin im, hebûna xwe înkar nakim. Ez jin im dikarin şer bikim û giyanê xwe bikim feda.′′ dide.

Bêrîtan bi vê çalakiyê bû rihek, fikrek, bû heqîqet. Bêrîtan destaneke nemir e û bûye  sembol û nimûna artêşbûna jinan. Şehîd Bêrîtan bi eşqa xwe ya ji jiyanê re,  hêza rasteqîn a jinan a di qada di rêxistin, şer û jiyanê de nîşan da.

Çalakiya şehîd Bêrîtan mîna tohildana ji zîhniyeta paşverû ye ku ked û mafên jinan înkar dike. Her wiha hêza jin û îsrara wê ya ji bo têkoşîn û lêgerîna li azadiyê derxist holê

(bb)

ANHA