ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2023
25 cotmeh, 2023   02:00

Bêrîtan bû rihek, ramanek, heqîqet û bû destanek nemir e. Bêrîtan bûye sembolek û ji artêşeke jinan re bûye mînek. Bêrîtan bi eşqa xwe ya ji jiyanê re hêza rasteqîn a jinan a di aliyê rêxistin, şer û jiyanê de nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Xwînrêj jiyana xwe xiste xizmeta gel û welatê xwe. Di hundirê xwe de 3 hêvî xêz kirin ku komkujiyê nedikarî şopên wê jê bibe. Hevjîna şehîd Xwînrêj got: "Keça me Corîn Xwînrêja nû ye dê xeyalên bavê xwe bi cih bîne.′′ (BI WÊNE Û DÎMEN)

7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îsal bi beşdariyeke zêdetir a weşanxaneyên hundir û derveyî herêmê li dar dikeve, gelo îsal ew ê bi çi ji salên berê cudatir be û hejmara weşanxaneyên beşdar û pirtûkên ku tên pêşandan çiqas e? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Diplomasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di lêkolîneke xwe de 6 senaryoyên muhtemel ji bo şerê Hemas û Îsraîlê danîn. Di senaryoya 6′an de hişyarî heye.

Li hemberî helwestên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ên li ser şerê Îsraîl û Hemasê bertek hatin nîşandan. (BI WÊNE)

Şêniyên Hesekê û navçeyên wê bi nêzîkbûna salvegera 31`an a çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan dimeşin saet di 9:30`an de. Li navçeya Şedadê jî şênî ji pêşiya avahiya meclisê dimeşin saet di 9:30`an de. Li Dirbêsiyê jî, şênî ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest bi meşê dikin saet di 12:00`an de. Li navçeya Til Birakê jî, meş saet di 9:00`an de dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) a herêma Firatê li qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyekê dide û tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Herêma Firatê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê civînekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan civînekî li hola Meclisa Qanûnsaz a bajêr li dar dixe saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçe û bajarên kantona Qamişlo (Til Koçer, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Qamişlo û Til Hemîsê) ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan, meşên cuda li dar dixin saet di 10:00`an de. Li navçeya Tirbespiyê jî meş saet di 11:00`an de dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

SZK`ê ji bo nasîna pirtîka Rêzimanê Kurmancî li navenda xwe ya li taxa Bişêriye ya Qamişlo çalakiyekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyekê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên Cotmehê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li hola Serdemê ya Hesekê bi bîr tînin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan şahiyeke muzîkê li dar dixe saet di 17:00`an de. Her wiha  Ciwanên PYD`ê di heman çarçoveyê de, çalakiyên hunerî û werzîşî li stada şehîdên 12`ê Adarê li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê merasîma bîranînê ji bo şehîdên mehên Îlon û Cotmehê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne li dar dixe. Her wiha li Goristana Şehîd Dicle jî şehîd Bêrîtan bi bîr tîne saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)