‘Derwêşê çapemeniya azad Seyîd Evran wê di têkoşîna gelê Kurd de bijî’

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevanê şoreşger Seyît Evran bi bîr anî û got: “Bîranîn û mîrateya wî li pey xwe hiştî dê di têkoşîna gelê Kurd a mezin de bijî.”

‘Derwêşê çapemeniya azad Seyîd Evran wê di têkoşîna gelê Kurd de bijî’
22 îlon, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

DFG’ê bi boneya salvegera şahdata Seyîd Evran, li ser hesabê xwe ya X’ê daxuyanî da û Evran bi bîr anî. DFG’ê, di parvekirina xwe de got: “Bîranîn û mîrateya wî li pey xwe hiştî dê di têkoşîna gelê Kurd a mezin de bijî.”

Peyama DFG’ê wiha ye:

“Seyît Evran, di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê Kurd têkoşiya. Wî, tiştên li seranserê Kurdistanê diqewimin bi pênûs û wênekêşa xwe tomar kir. Seyît Evran ê tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, ev rêwîtiya pîroz ku wî di salên 1990’an de bi Gurbetellî Ersozê destpê kir, li Bakur, Başûr, Rojhilat û herî dawiyê jî li Rojava domand. Wî, tiştên ku gelê Kurdistanê jiyan, rastiya berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê di xeta Çapemeniya Azad de ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

Seyît Evran, di vê têkoşîna pîroz de bi enerjî, kelecan û baweriyê dimeşiya, tevlî karwanê ‘Şehîdên Çapemeniya Azad’ bû. Bîranîn û mîrateya ku wî derwêşê Çapemeniya Azad li pey xwe hiştî dê di têkoşîna gelê Kurd a mezin de bijî.”