Li Siwêdayê ji bo perwerdeyê komîteyeke taybet hate avakirin

Li Siwêdayê piştî xwepêşandanên xwendekar û mamosteyan ên bi daxwaza çareseriya lezgîn ji bo ezmûnên dibistanên amadehiyê, komîteyeke taybet ji bo perwedeya bilind hate avakirin.

Li Siwêdayê ji bo perwerdeyê komîteyeke taybet hate avakirin
22 îlon, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ber avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya parêzgeha Siwêdayê ev çend roj e xwepêşandan têne lidarxistin. Xwpêşandan ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve bi rê ve diçin. Di xwepêşandanan de pankartên bi nivîsên daxwaza çareserkirina aloziyê tên vekirin.

Herî dawî xwpêşandêran berê xwe da avahiya Parêzgeha Siwêdayê û li wir bi Komîteya Qanûnî ya Bilind re civiyan. Xwendekaran metirsiya xwe têkildarî rawestandina ezmûnan û proseya xwendinê anî ziman.

Ji dema êrişa hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî parêzgeha Siwêdayê ve ezmûn li parêzgehê hatine rawestandin. Bi taybet di rewşa dorpêça li ser parêzgeha Siwêdayê de zehmetî zêdetir bûne.

Xwendekaran destnîşan kir ku ezmûn mafê wan ê rewa ye û xwest proseya xwendinê ji mijarên siyasî were dûrxistin. Xwendekaran her wiha di xwepêşandanan de pankartên bi erebî û ingilîzî vekiribûn. Tê de bang li rêxistinên navneteweyî û di serî de UNESCO’yê kir ku destwerdanê bikin û li ser xebatên bi rê ve çûna ezmûnan rawestin.

Komîteya Qanûnî di hevdîtina li gel nûnerên xwepêşanderan de destnîşan kir ku ew ê xwestekên xwendekaran bigihînin rêxistinên navneteweyî û destnîşan kir ku hikumeta veguhêz lidarxistina ezmûnan asteng dikin.

Di heman demê de avakirina komîteya taybet ji bo perwedeya bilind hate ragihandin. Ev komîte dê ji bo parastina xwendekaran di zanîngehan de û pêşxistina zanîngehên parêzgehê bixebite. Di heman demê de dê xebatên dabînkirina piştgiriya darayî bike.

Li gorî çavkaniyên di saziyên perwerdeyê de, Gerînendetiya Perwedeyê dema lidarxistina ezmûnan lêkolîn dike. Tê payîn di demeke nêzîk de ezmûna asta amedehî bêyî erêkirina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dar bixin. Ji ber ku heta niha hikumeta veguhêz a Sûriyeyê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

(dc)