Deriyê Sêmalka rojên betlaneya sersala nû diyar kirin

Rêveberiya deriyê Sêmalka diyar kir ku derî dê rojên sêşem û çarşemê de ji ber betlaneya sersala nû, girtî be.

Deriyê Sêmalka rojên betlaneya sersala nû diyar kirin
29 kanûn, 2024   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya deriyê Sêmalka li ser malpera xwe ya fermî bi boneya sersala nû pîrozbahî ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê şandin.

Rêveberiya deriyê diyar kir ku bi boneya Cejna Noelê û sersala nû rojên sêşem û çarşemê (31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê) derî girtî ye.

(mh/fr)