Deriyê Qaîm hate vekirin
Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê ragihand ku deriyê Qaîm ê bi ser sînroê Sûriyeyê ve bi fermî hate vekirin û ji nû ve tevgera bazirganiya her du welatan dest pê dike.

Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê îro ragihand ku deriyê Qaîm ê sînor bi awayekî fermî hate vekirin û ji nû ve tevgera dan û standina bazirganiyê di navbera Iraq û Sûriyeyê de hat destpêkirin.
Desteyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku piştî tedbîrên teftîş û niştecihbûnê hatin kirin yekemîn kamyona Sûriyeyê di derî re derbas bû. Her wiha proseyên pevguhertina bazirganî li aliyê Iraqê, li gorî belgeyên hatine pejirandin, têne kirin.
Di heman çarçoveyê de, daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku tevgera çûn û hatina rêwîtiyan ji nû ve dest pê kir.
(fr)