Di 2ˊyê Tîrmehê de Hevpeymana Hevseng û Vejîn a YNK û Nifşa Nû tê îmzekirin

Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Laleserhed destnîşan kir ku wê 2’yê Tîrmehê hevpeymaniya YNK’ê û Nifşa Nû bê îmzekirin.

Di 2ˊyê Tîrmehê de Hevpeymana Hevseng û Vejîn a YNK û Nifşa Nû tê îmzekirin
29 hezîran, 2026   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêveberiya Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Salar Laleserhed ji medyaya nêzîkî xwe re eşkere kir ku wê hevpeymaniya YNK’ê û Nifşa Nû 2’yê Tîrmeha 2026’an bê îmzekirin.

Salar Laleserhet anî ziman ku wê merasîma îmzekirinê li Silêmaniyê bê kirin.

Salar Laleserhet têkildarî navê hevpeymaniya xwe jî got: “Navê hevpeymaniya me ‘Hevsengî û Vejîne’. Wê merasîma îmzekirinê jî li Otela Şarê Ciwan a Silêmaniyê bê îmezkirin. Wê Bafil Talebanî û Şasuwar Ebdulwehîd jî amade bibin. Ev lihevkirina di navbera YNK û Nifşa Nû de wê Herêma Kurdistanê û Iraqê jî bigire nava xwe.”