Depoyên Dêrazorê dest bi wergirtina genim kir

Piştî Rêveberiya Xweser Demokratîk depoyên genim ên Dêrazorê ji nû ve tamîr kirin, dest bi wergirtina beşa yekemîn a genim kir.

11 hezîran, 2024   17:41
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 5ˊê Çileya 2024ˊan de projeya sererastkirina depoyên genim ên Dêrazorê da destpêkirin.

Li depoyan îro beşa yekemîn a genim ji cotkaran hat wergirtin.

Endamê rêveber ê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya kantona Dêrazorê Remedan El Elî got xebata sererastkirinê depoyan duh, 10ˊê Hezîrana 2024ˊan bi dawî bû û îro depoyan 400 ton genim weke qonaxa tecrûbeyê hat wergirtin. Tê texmînkirin ku rojane hezar û 800 ton genim were wergirtin.

Ev depo, piştî navenda El Eşra ya li herêma Seba Kîlo, depoya duyemîn li kantona Dêrazorê ye.

Depoyên Dêrazorê yên depokirina dexlûdanan yên yekane li kantonê ne. Di dema kontrolkirina DAIŞˊê de hatin wêrankirin. Rêjeya hatine wêrankirin ji sedî 80ˊê bû. Rêveberiya Xweser ji bo jinûve tamîrkirinê 800 dolar veqetand. Depo heta heta 150 hezar ton dikare hilgire.

(fr)

ANHA