ˊDivê aliyên têkildarî tedbîrên qanûnî li dijî kanala El Hedes El Exbariyê bigirinˊ

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bang li aliyên berpirs ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hesabê ji kenala El Hedes El Exbariyê bixwazin. Ji ber ku kenalê di rapora xwe de neheqî li xelkê bajarê Reqayê kir û ev yek zirarê digihîne mozaîka civakî.

ˊDivê aliyên têkildarî tedbîrên qanûnî li dijî kanala El Hedes El Exbariyê bigirinˊ
11 hezîran, 2024   17:23
REQA

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rapora kenala El Hedes El Exbariyê ku tê de neheqî li şêniyên bajarê Reqayê hetibû kirin, dauxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Yekitiya Endazyaran a bajarê Reqayê ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a konfedraliyê Mune Nasan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin keç û xortên bajarê Reqayê li dijî tevahî rejîmên dijber sekinîn, li vî bajarî bi hezaran malbatên şehîdan keç û xortên xwe di oxira gihandina civakeke demokratîk de da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îdiayên nerast ên ku di rapora kenala El Hedes de li ser ciwan û jinên Reqayê bi taybetî ku jin ji bo peydakirina narkotîkê leşê xwe difiroşin, li dijî bajarê Reqayê û şênî û rêveberiya wê binpêkirineke mezin in.

Konfedraliyê di daxuyaniyê de bang li hemû rojnamevan û saziyên ragihandinê kir ku rastiyê bişopînin, her wiha bang li aliyên berpirs kir ku bi rêyên qanûnî hesabê ji kenala El Hedes El Exbariyê bixwazin da ku van şaşiyên zirarê digihînin tevna civakî dubare nebin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza parastina maf û rûmeta şêniyên kantona Reqayê û seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna wekhevî û demokrasiyê li dijî îdiayên nerast û hewldanên reşkirinê, hat dayîn.

(mh)

ANHA