HPG: Di Mijdarê de 124 dagirker hatin cezakirin

Li gorî bîlançoya şer a meha Mijdarê di 193 çalakiyan de 124 dagirker hatin cezakirin. Di şer de 4 gerîla şehîd bûn.

HPG: Di Mijdarê de 124 dagirker hatin cezakirin
1 kanûn, 2023   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a meha Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li dijî êrîşên qirkirinê bênavber dewam dike. Hêzên gerîla yên fedaî ku bi hêza ji îdeolojiya Apoyî werdigirin aqil, dil û îradeya xwe xurt dikin, di nava şert û mercên herî giran de hewl didin bi rola xwe rabin. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de mîsyona xwe ya pêşengiyê ji bo karibe her kêliyê û li her derê bi cih bîne, fedakariyeke mezin bêteredût dikin û bi wêrekî û ruhê fedaî yê Apoyî xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derdikevin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Artêşa Tirk a dagirker di meha Mijdarê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve êrîşên li ser hêzên me dewam kir. Artêşa dagirker hemû derfetên xwe, teknîka şer a serdemê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li dijî hêzên me bi kar anî, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran operasyon kir û tevî vê yekê negihîşt armanca xwe. Li Herêmênw Parastinê yên Medyayê di çeperên şer û tunelan de li hemberî hêzên me yên berxwedêr sûcên şer kir, êrîşên hovane bi rengekî bêperwa dewam kir, ji xeta Kurd a xiyanet û nokeriyê heta dawiyê piştgirî wergirt, lê dîsa jî bê encam ma.

GERÎLA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ MEZIN KIR

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî hemû êrîşên dijmin jî xwe û çeperên xwe parast, bi îradeya xwe ya xurt û ruhê fedaî yê Apoyî destanên berxwedanê nivîsand. Bi helwesteke ku tawîzê ji dilsoziya bi xeta şehîdan, rêbaza jiyanê û îdeolojiya Apoyî nadin, têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî mezin kir. Di meha damezrînerê ya partiya me PKK'ê de performansa şer bilind kir û bi operasyonên şoreşgerî û çalakiyên bi bandor salvegera damezrandinê ya 45'emîn pêşwazî kir. Bi taybetî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed a li Metînayê di şeva salvegera damezrandina partiya me de pêk hat ku çalakiyeke di cih de û bi wate bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rêbaza şerê tîm ê pispor ê xwe dispêre tunelan, çeperan û qadê, bi performansa bilind û hostatiya taktîkê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û medya wê ya şerê taybet, hewl da ku derbên ji gerîla xwar û windahiyên xwe veşêre, lê belê rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê bi belgeyan bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin. Careke din hate piştrastkirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a israra di şer de, her wiha êrîşên artêşa Tirk ên xwe dispêrin teknîkê nikare encamê bi dest bixe.

4  GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Ji pêşengên operasyonên şoreşgerî yên meha Mijdarê hevrêyên me Ciwan Welat (Fatîh Bûlût), Andok Adil (Ramazan Bîlal), Botan Raperîn (Saît Songulalp) û Egîd Kobanêw (Mahmûd Îbrahîm) bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya şer a meha Mijdarê ev agahî hatin dayin:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Êrîşên bi balafirên şer: 140

Êrîşên bi çekên kîmyewî: 124

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 133

Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 103

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên giştî yên gerîla: 193

Çalakiya kemîndanînê: 1

Çalakiyên sabotajê: 7

Çalakiya gerîla ya koordîneyî

Operasyonên şoreşgerî: 2

Çalakiyên sekvaniyê: 30

Şer û çalakiyên lêdanê: 52

Çalakiyên bi çekên giran: 99

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 124

Dagirkerên birîndar bûn: 1

AMÛRÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo: 1

Wesayita zirxî yıa bi tîpa Ejder: 1

Drone: 7

Sîstema kamera ya mobesse: 6

Çeper: 20

Kon: 23

AMÛRÊN DERB LI WAN HATE XISTIN

Kepçe: 1

Radar: 1

Çeper: 52

ÇEK Û ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN

Çeka nîv otomatîk a BKC: 1

Çeka bombeavêj: 1

Çeka MPT-55: 2

Şarjorên çeka MPT-55: 12

Amûra pîvandinê: 1

Dedektor: 1

Dûrbîna çekê: 2

Telefona satalaytê: 1

Telefonên destan: 2

Dûrbîna termal: 1

Powerbank: 2

Kincê ji bo baranê: 4

Mont: 2

Êlekê êrîşê: 1

Çente: 5

Kincê leşkerî: 1

Kask: 1

Çenteyê tenduristiyê: 1

Termos: 1

Lepik: 1

Kêr: 2