Şehîdê TEV-DEM’ê Hayik Qertmînî hate oxirkirin

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) şehîd Hayik Qertmînî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

31 tebax, 2025   21:07
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hayik Elî Qertmînî yê ku di 30`ê Tebaxa 2025`an de encama krîza dil de şehîd bûbû, merasîma cenaze li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên TEV- DEM’ê û bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê amade bibûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, pişter Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata Şehîd Hayik Qertmînî re xwest.

Mihyedîn Hesen da zanîn ku ew bi xwîn û keda van şehîdan îro li ser xaka welatê xwe ne û got: "Em  çiqas li ser şehîdan biaxivin kêm dimîne. Em hemû deyndarên van şehîdan e."

Hesan di dawiyê de bal kişand ser malbata şehîd jî û wiha got:“Malbata welatparêz ji destpêka şoreşê û heya roja îro qet kêmahî nekiriye, ji bo nasname û welatê xwe biparêzin ewqas şehîd. Em jî soz didin ku heya azadiyê em ê şopadarê rêka şehîdan bin.“

Hevseroka Nivîsgeha Rêxstinî ya TEV-DEM’ê Şaha Xelîl sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîr anîn.

Şaha Xelîl anî ziman ku ew çiqas li ser vê şehîd û malbata wî biaxivin kêm e û wiha domand: "Bi berxwedan û têkoşîna van şehîdan hemû pêkhateyên li ser vê xakê dijîn bûne yek. Xwîna Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes di çeperên berxwedana parastina welat de bûne yek."

Ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê Kawa Gulo jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku bi dehhezaran keç û xortên vî welatî ji bo gel û welatê xwe biparêzin canê xwe kirin qurban.

Kawa Gulo wiha got:“Em weke QSD`ê soz didin hemû şehîdan û soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ê xwedî li rêka wan derkevin. Em ê berxwedaniya xwe bihêztir bikin. Xwîna şehîdan wê vala naçe. Em ê dê heya serkeftinê şopdarên rêya wan bin."

Pismanê şehîd Hayik Qertmînî, Îsa Qertmînî axivî û wiha got:“Em çiqasî şehîdan bidin em ê deyndarê vî welatî bin. Hayik şehîdê 9’emîn ê malbatê ye. Em tu carî poşman nebûne ku em şehîdan didin. Em bi şehîdên xwe serbilind in.“

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Girse cenazeyê şehîd bi dirûşman spart axê.

Malbata Qertimînî di rêya têkoşîna azadiyê de 9 şehîdan dane. Şehîdên malbata Qertmînî ev in: Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) Memo Qertmînî û Pîro Qertmînî di salên 1990’î û 1995’an li çiyayê azad şehîd bibûn. Ciwan Qertmînî di sala 2013`an de li gundewarê Til Birakê yê kantona Cizîrê şehîd bû. Abdullah Qertmînî di sala 2014`an de di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû, Cemal Qertmînî jî di sala 2014`an de li Til Hemîsê şehîd bû, endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Leyla Qertmînî di sala 2023`yan de dema li ser erkê xwe bû şehîd bû, gerîlayê HPG’ê Hisên Qertmînî îsal (2025) li  Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hayik Qertmînî şehîdê dawî yê malbatê ye.

 (re/bb)

ANHA