Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn

Dema zimanê wê aciz bû xwe derbirîne, hêstirên wê êş vegotin. Çîroka Arziye, ku ji ber bêrîkirina xwe ya dijwar a ji bo Efrînê şiyana tevger û axaftinê winda kir, trajediya bi hezaran malbatan vedibêje ku dilê wan hîn jî bi hêvî û xewna vegera malên xwe, bêyî dagirkerî û binpêkirina çeteyan, lêdide.

Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn
Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn
Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn
Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn
Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn
Dema ziman nikarî bang li Efrînê bikira hêstirên wê axivîn
4 tîrmeh, 2025   02:35
TEBQA

Arziye Hisên (60) ji ber koçberiya 8 salan a bi darê zorê, zulm û jiyana bind konan de, hêsir dibarandin. Keça wê ya astengdar a ku nikare ji derdora xwe tiştekî nas bike, bi dayika xwe re ket heman rewşê û hembêz kir.

Hêstir û hembêzkirin, zimanê yekane ne ku dikarin mezinahiya zulma koçberiya bi salan a ji Efrînê ber bi Şehbayê ve, dûre Tebqayê ve rave bikin. Ew malbat niha di konekî de bi cih bûne, wan ji germa havînê û ji serma zivistanê naparêze.

Di 18'ê Adara 2018'an de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî bajarê Efrînê û gundên wî de, nêzî 300 hezar welatî bi darê zorê koçber bûn. Di Kanûna 2024'an de jî dîsa ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve koçberên li Şehbayê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve koçber bûn.

Malbata Arziyê li kampa koçberan a li Tebqayê di rewşeke zehmet û dijwar re derbas dibe, nexasim ku Arziye lal û bê tevger e û ji bo wê û keça wê ya astengdar derman û çavdêriya tenduristî tune ye.

Hevjînê Arziyeyê, Mihemed Reşîd Toran ku ew tenê di malbatê de dikare biaxive got: "Piştî ku em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn, ji ber qehra zêde bi taybetî dema ku me wêneyên malên xwe yên ku çeteyan ew wêran kiribûn didîtin, felcek nîvê laş li hevjîna min xist û bê tevger ma."

Toran diyar kir ku ji ber rewşa derûnî ya giran a ku şêniyên kampa koçberan a li Tebqayê tê re derbas dibin, bi taybet bi kesên temenmezin re, krîzên dil û mejî zêde bûne.

Li bajarê Tebqayê 2 navendên bicihkirina koçberên Efrîn û Şehbayê hene; yek li bajarê Werzîşê ye ku tê de hezar û 125 malbat (5 hezar û 625 kes) dimînin û ya din li nêzî dêrê ye ku tê de 99 malbat (495 kes) dimînin. Derveyî wan jî hezar û 320 malbat (6 hezar û 600 kes) li dibistan û cihên cuda  bi cih bûne.

Toran da zanîn ku jineke 80 salî li konê kêleka wan, ji hişê xwe çû û rakirina Nexweşxaneya El Wetenî ya Tebqayê û hîna rewşa wê ya tenduristî nayê zanîn.

Toran giliyên xwe ji ber nebûna dermanên pêwîst di nuqteya tibî ya li bajarê Werzîşê de kirin û got: "Pêdiviya hevjîna min bi derman heye û pêdiviya keça min jî bi dermanên taybet bi siniran heye. Li nuqteya tibî jî ji bilî dermanên iltîhabê tune ye. Ez mecbûr dibim ji derve derman li ser hesabê xwe bikirin. "

Di berdewama axaftina xwe de Toran got: "Pirî caran, ji ber nebûna pereyan, ez nikarim dermanan bikirim. Tu jêdera qûta min tune ye û ez koçber im. Ji rêxistinên serdana kampê dikin, daxwaz dikim ku dermanên pêwîst dabîn bikin."

Toran diyar kir ku ev rêxistin tenê datayan digirin û soz didin ku di du rojên din de wê dermanan bînin, diçin û venagerin. Ev çend meh in heman daxwaz tên kirin, lê tişt nehatiye guhertin.

Di dawiya gotina xwe de Toran destnîşan kir ku çareseriya tekane ya xelasiya malbata wî û tevahî koçberan vegera ewle ya bi garantiyên navneteweyî ye. Toran bang li NY’yê kir ku ji bo misogeriya vegerê bi cihî bixebite.

Toran destnîşan kir ku zehmetiyên ku ew di konan de dikişînin, li hember tirsa vegera li malên xwe digel hebûna dagirkeriyê û çeteyan de, ne tiştek e.

(mh/fr)

ANHA