Perwerdehiya li kampên Serêkaniyê û Waşokanî hat nîqaşkirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê bi mamosteyên herêma Serêkaniyê re rewşa perwerdehiyê ya koçberên li kampan gotûbêj kir.

3 tîrmeh, 2025   21:20
HESEKÊ

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê vê êvarî civîna xwe ya salane ya berfireh ji mamosteyên herêma Serêkaniyê re li Xwaringeha Marbêla ya Hesekê li dar xist. Di civînê de bi dehan mamosteyên kampên Serêkaniyê û Waşokanî amade bûn.

Armanca civînê nirxandina rewşa perwerdehiyê ya xwendekarên koçber ên ji Serêkaniyê yên li kampan û nîqaşkirina zehmetiyên li pêş mamosteyan di dibistanên demkî de derdikevin.

Hevserkê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Ednan Berî, berdevka Rêveberiya Dibistanan Behiye Mamo û berdevkê Rêveberiya Dibistanên Serêkaniyê Mihemed Haco civîn bi rê ve bir.

Di nîqaşan de behsa zehmetiyên bingehîn weke giraniya meteryalan, zehmetiyên wê ji bo xwendekarên koçber, rewşên nebaş ên tenduristiyê li kampan, pirsgirêka neamadebûna dubare ya ku bandorek neyênî li proseya perwerdehiyê dike, hat kirin.

Beşdaran bal kişand ser pejirandina rêbazên dersdayîna nûjen, amadekirina baş a waneyan, peydakirina piştgiriya derûnî ji bo xwendekaran û got ev yek kalîteya perwerdehiyê bilind dike û zehmetiyên heyî derbas dike.

Di dawiya civînê de hevserokatiyê diyar kir ku ew ê li gorî biryarên civînê tev bigere û ji bo başkirina rewşa perwerdehiyê ya koçberan bixebite.

Bi hezaran xwendekarên koçber, ji dema Serêkaniyê di 2019’an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirî di kampên demkî de zehmetiyên perwerdehiyê dikişînin. Ji ber ku binesaziyeke guncaw a piştgiriya derûnî û civakî tune ye. Di heman demê de çi ji destê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser tê, ku perwerde berdewam be û mafên zarokan ruxmî koçberiya bi darê zorê misoger be, pêşkêş dike.

(fr)

ANHA