Komîn û meclis ji nû ve tên birêxistinkirin

Piştî biryara Meclisa Gelan sîstema komîn û meclisan jî ji nû ve tê sererastkirin. Li kantona Cizîrê jî dê 2 hezar û 69 komîn ji nû ve bêne birêxistinkirin.

Komîn û meclis ji nû ve tên birêxistinkirin
4 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê xebatên komîn û meclisan de civînek li dar xistibû û di 28`ê Hezîranê de biryarnameyek derxistibû. Di biryarnameyê de hatiye gotin ku divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstema civakî baş pêk were xebateke berfirehtir bê meşandin. Li gorî biryarnameyê, rojên pêncşeman ji bo paqijiyê û rojên şemiyan jî ji bo tevlêbûna xebatên komînan hatine destnîşankirin.

Piştî biryara meclisê li hemû kantonan dest bi amadekariyên van xebatan hatiye kirin. Li kantona Cizîrê jî xebatan dest pê kiriye. Niha ji bo xurtkirina komîn û meclisan û dagirtina valahiyên heyî kar tê kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero der barê mijarê hin agahî dan.

Li gorî daneyên ku Hesen Şero dane, dê li kantonê 2 hezar û 69 komîn di rojên pêş de li gorî rewşên wan û Hevpeymana Civakî ji nû ve werin birêxistinkirin.

Hesen Şero da zanîn ku tevlêbûna xebatên komînan rojên şemiyê, ji bo saziyên Rêveberiya Xweser jî derbasdar e, ji bilî saziyên xizmetguzarî, tenduristî û ewlekariyê, dê hemû karmanedên saziyan, hevserok, endamên rêveberiyê û ên ku şêwazên xebatên wan îdarî ne ji vê şemiyê ve (5 Tîrmeh) berê xwe bidin komînên taxên xwe.

Şero her wiha got: “Ew ê li komînan wekî endam karê xwe bidin meşandin, dê tev li nîqaşên li komînan bibin. Pêdiviyên pêwîst ji bo gel bibînin, li gorî wê jî bi hevserok û endamên din ên komînan re çareseriyan peyda bikin.”

Her wiha li gorî biryarnameya Meclisa Gelan dê hemû karmendên li navendên girêdayî Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, her hefte roja pêncşemê avahiyên xwe yên xebatê bi hev re paqij bikin.

(k)

ANHA