Dema hilbijartina parlementoya Iraqê diyar bû

Endamê Komîsyona Yasayî ya Parlementoya Iraqê Mihemed Casim Xefacî diyarkir ku wê di Mijdara 2025’an de hilbijartina parlementoya Iraqê pêk bên.

Dema hilbijartina parlementoya Iraqê diyar bû
21 nîsan, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîsyona Yasayî ya Parlementoya Iraqê Mihemed Casim Xefacî di daxuyaniyek ji bo medya Iraqê de ragihand û diyarkir ku wê hilbijartina parlementoya Iraqê di meha Mijdarê ya 2025’an de pêk were û got: “Zehmete hilbijartina pêşwext pêkwere. Ji berku ev komîsyona niha heyî wê di meha Tîrmehê ya îsal de piştî lidarxistina hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê dema wê ya yasayî bi dawî were.”