Li Misirê Mîhrîcana Fîlmên Jinan dest pê kir 

Li Misirê 8`emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Eswanê dest pê kir. Di mîhrîcanê de wê 76 fîlmên dirêj û kurt bêne pêşandan.

Li Misirê Mîhrîcana Fîlmên Jinan dest pê kir 
Li Misirê Mîhrîcana Fîlmên Jinan dest pê kir 
21 nîsan 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Sky News’ê, li Misirê 8`emîn Mîhrîcana Filmên Jinan a Eswan dest pê kir. Di mîhrîcanê de wê 76 fîlmên dirêj û kurt bêne pêşandan. 

Mîhrîcana bi pêşandana fîlmê tûnisî yê bi navê" Benat Elfa" ku Kewser Bin Heniye derhêneriya wê kiriye dest pê kir.

Çîroka fîlmê "Benat Elfa" rastîn e. Di Çileyê de wek baştirîn fîlm li ser asta cîhanê xeta Oscarê wergirtibû û di mîrhîcanên erebî û biyanî de jî gelek xelat wergirt.

Di mîhrîcana ku heta 25`ê Nîsanê berdewam bike de dê 10 fîlmên dirêj û 20 kurt bên pêşandan. Her wiha 4 fîlm di pêşbirga fîlmê misrî de û 10 fîlm di pêşbirga filmên xwedî bandor de dê werin pêşandan.

Li gel pêşandan fîlman, dê panelek bi navnîşan "Fîlmên filistînî ji nêz ve" were pêşandan.  Rojeva panelê sînemaya nû ya filistînî ya ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ye.

Mîhrîcana Eswan mîhrîcaneke misirî ye, fîlmên têkildarî pirsgirêkên jinan pêşkêş dike.

Mîhrîcana yekemîn a Ewsanê 20`ê Sibata 2017`an li bajarê Eswan ê başûrê Misirê dest pê kiribû û 27`ê heman mehê bi dawî bibû.

(şx)