DEM Partî li dijî darbeya qeyûm banga protestoyê kir

DEM Partî li ser desteserkirina Şaredariya navçeya Miksê ya bajarê Wanê  bang li gel kir ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bînin.

DEM Partî li dijî darbeya qeyûm banga protestoyê kir
29 mijdar, 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê desteserkirina Şaredariya navçeyan Miksê a bajarê Wane  daxuyanî da.

Di daxyaniya partiyê ya li ser media dijîtal de wiha hate gotin: “Ceza li Hevşaredarê me yê Şaredariya Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir birîn û ev yek kirin hinceta tayînkirina qeyûm. Em li dijî darbeya qeyûm ku bi awayekî bêmaf û bêhiqûqî vîna me desteser kir, bang li gelê xwe dikin ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bînin.”