Ji ber êrişan li Minbicê ziyaneke mezin li cotkarên zeytûnan bû

Ji ber êrişên deweta Tirk a dagirker cotkarên kantona Minbicê nikarin zeytûnan biçinin û salane bi qasî milyonek û 755 hezar dolar ziyana cotkaran dibe.

30 mijdar, 2024   06:10
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, her wiha di dema çinînê de êrişî zeviyên çandiniyê yên wekî genim, ceh û zeytûnan dike.

Niha jî bi destpêkirina dema çinîna zeytûnan re, wek navgîneke şerê li dijî gelên herêmê, zeviyên zeytûnan ên kantona Minbicê dike hedef.

Şêniyên kantona Minbicê bi çandiniya bejî û çandina darên fistiq, tirî û zeytûnan debara xwe dikin. Li gorî Deseteya Çandinî û Avdaniyê ya kantona Minbicê, li gundewarên kantona Minbicê 723 hezar darên zeytûnan hene.

Li gorî cotkarên Minbicê, hejmara darên zeytûnan ên ku rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker tên, 250 hezar e, li gund û bajarokên li rojavayê kantona Minbicê ne. Li gundê Îlan 50 hezar dar, Cebelt El Hemra 13 hezar dar, gundê El Houta 5 hezar dar, El Kewikli 75 hezar dar, El Seyada 12 hezar dar, El Dendeniya 24.300 dar, El Buwêyhij 60 hezar dar, û El Bogaz 10 hezar dar û El Ziib El Kebîr (Qert Wêran) 10 hezar dar.

Cotkarên zeytûnan ên van gundan got îsal bi qasî milyonek û 755 hezar dolar amerîkî dê xisara wan bibe, ji ber ku ji 259 hezar û 300 darên wan nêzîkî 27 hezar teneke zeyt derdikeve û nirxê tenekeyekê jî li gorî bazarên herêmê nêzîkî 65 dolaran e.

Tamir El Tamir cotkarekî ji gundê El Dendeniyê yê Minbicê ye. Êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Em niha di dema çinîna zeytûnan de ne û ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser zeviyên me, em nikarin berhemên xwe berhev bikin.”

Kerîm El Hoşo yê ji gundê Îlan (Elyanî) jî diyar kir ku gundê wan nêzî eniyên şer e û her tim rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê û ew nikarin zeytûnan biçinin.

Ehmed El Mihemed yê ji gundê Elyanî jî wiha got: "Em xwe dixin ber metirsiyê û derbasî zeviyên xwe dibin, guleyan li me dibarînin, em neçar dibin vegerin. Sala borî min fistiq di bin topbaranê û mûşekan de çinîn, lê ji ber dijwariya êrişan min îsal nekarî zeytûnan biçinim.”

`EM LI BER DARÊN XWE BIMIRIN JÎ WAN BERNADIN`

Mihemed El Hesen ê ji gundê El Seyada jî diyar kir ku îsal artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 100 darên wî yên zeytûnan şewitandin û got: "Her wiha ji ber êrişan em nikarin guh bidin daran lewma pir nexweşî çêdibin, niha jî topên wan nahêlin em berhemên xwe berhev bikin. Ev çi hovîtî ye?"

El Hesen di dawiya axaftina xwe de got ew bi axa xwe ve girêdayî ne û eger li ber darên xwe bimirin jî wan bernadin.

(k)

ANHA