Debara xwe bi çêkirina komirê dike

Ehmed El Hemade (50) ji zêdetirî 14 sal e pîşeya çêkirina komirê dike û debara xwe bi çêkirina komirê dike. 

Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
Debara xwe bi çêkirina komirê dike
24 mijdar, 2025   07:40
REQA
ENES MIHEMED

Li gundewarê rojavayê kantona Reqayê, li nêzî Mezreya Hitîn Ehmed El Hemade (50) ji zêdetirî 14 salan ve pîşeya çêkirina komirê dike.

Li rûbereke 5 donim, Ehmed bi alîkariya 10 ferdên ji malbata xwe komirê çêdiken.

El Hemade dibêje: "Em bi hev re dixebitin, her ferdek di vê karî de xwedî rol e; ji rêzkirina daran heta bi çavdêriya şewitandin û dagirtina li tûran de."

El Hemade ev pîşe ji dostên xwe yên li hundirê Sûriyeyê wergirtiye û karî zarokên xwe jî fêrî vê yekê bike, ku bi wê re bibe xebateke mayînde û berhemek ji bo herêmê.

ˋGAVÊN ÇÊKIRINA KOMIRÊˊ

El Hemade rêbaza vî xebatî wiha şîrove dike; "Destpêkê dar bi awayekî wekhev tên birîn, dûre bi teşeyekî pîramîdî li ser hev tên danîn. Destpêkê darên mezin heta digihîne dawiyê yên biçûk tên danîn. Ji bo komirek baş derkeve ev qonaxa bi awayekî rêzkirî tên kirin."

El Hemade destnîşan kir ku piştî dar bi awayekî pîramîdî hatin danîn, bi pûş tê pêçandanin û axa hinek şilî tê de heye li ser pûş tê kirin da ku hewa bigire û germahiya di hundir de bimîne. Piştî vê agir ji jor ve tê pêxistin, lê di hundirê wê teşeyê de. Ev yek li gorî mezinbûna şeklê pîramîdê di navbera 10 heya 15 rojan de dirêj dike.

Di dewama axaftina xwe de El Hemade destnîşan kir ku piştî xebata şewitandinê bi dawî dibe, naylon ji 2 roj heya 3 rojan li ser komirê tê rêxistin, navê vê proseya "xemirandina komirê" ye. Dûre ji bo dagirtin û firotinê amade dibe.

CUREYÊN DARAN Û SÛKA HERÊMÎ

El Hemade got ji bo komirê darên biyê, zeytûn û lîmonê ji cureyên herî baş in û kalîteyek baş a komirê derdixe. Li sûkên herêmê kîloyek komir nêzî 15 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. El Hemade da zanîn ku ruxmî ked û sebreke dirêj lê ev pîşe ji bo malbatê jêdera sereke ye.

PÎŞEYEK KEVIN BI RUHÊ NÛ

Çêkirina komirê ji pîşeyên derve ketine kantonê ye, lê ji ber peydabûna madeyên destpêkê hewcedariya herêmî bi rêjeya ji sedî 80 pêk aniye.

(fr)

ANHA