Li Minbicê kiryarên çeteyan hatin şermezarkirin

Sûcên qetilkirin, revandin, dizîn û ferzkirina pereyan li dijî xelkê Minbicê û gudnewarê wî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zêde dibin. Li hember van sûcan û bi armanca şermezarkirinê û daxwaza cezakirina sûcdaran gel xwepêşandanên girseyî li dar xistin.

Li Minbicê kiryarên çeteyan hatin şermezarkirin
Li Minbicê kiryarên çeteyan hatin şermezarkirin
Li Minbicê kiryarên çeteyan hatin şermezarkirin
Li Minbicê kiryarên çeteyan hatin şermezarkirin
Li Minbicê kiryarên çeteyan hatin şermezarkirin
24 mijdar, 2025   06:25
TEBQA

Di van rojên dawî de sûc û binpêkirinên li dijî welatiyên bajarê Minbicê û gundewarê wî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Di 16ˊê Mijdarê de, çeteyan êrişî şêniyekî gundê Meqte Hecer Kebîr kir û 100 dolarê wî dizî. Çeteyên "Firqeya 80" şêniyê bi navê Ebdullah El Mûsa qetil kir.

Di heman hefteyê de, şênî û çalakvanan ku tevê çalakiya li bajêr bibûn diyar ku bi dehan kiryarên dizîn û talankirinê li hundirê bajêr û derdora wî, bi taybet jî li taxên li ser rêya El Cizîrê, El Serb û kolana 30 çêbûn. Rewşên revandin û dizînê li gundan hatin tomarkirin, çeteyên "Firqeya 80" li ser bendên kontrolê yên li başûrê Minbicê pere ji welatiyan standin, telefon û motorsiklêtên wan desteser kirin.

Ji bo bersivana van bûyeran, xelkê Minbicê di 18ˊê Mijdarê de bi daxwaza hesab ji sûcdaran were xwestin û sînorek ji vê krîza ewlehiyê re were danîn xwepêşandanek girseyî li dar xistibû.

Mamosteyên Minbicê jî ji bo nîşandina dijberiya xwe li hember sekinandina mûçeyan û daxwaza wekhevîkirina karmendan li gorî herêmên din çalakiyek protestoyî li dar xistibû.

Karker û xebatkarên Navenda Heyva Sor li pêş navenda xwe der barê biryarên derxistin û tohmetên têkildarî hebûna binpêkirinên rêveberî çalakiyek protestoyî organîze kiribû.

Girêdayî mijarê, roja înê (21 Mijdar) bi tevlêbûna bi sedan şêniyan û rûspiyên eşîra El Ewn xwepêşandanek girseyî ji bo cezakirina kujerê Ebdullah El Mûsa hatibû lidarxistin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku rûspiyên eşîrê xîtabî serçeteyan kir û hişyarî ji bo paşguhkirina van sûcan da ku wê rageşiyek mezin bi xwe re bîne û got ew bi mafên zarokên xwe ve girêdayî ne.

(fr)

ANHA