Dayikên Şehbayê: Xelkê Kobanê malên xwe ji me re vekirin

Dayikên ku ji Şehbayê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar mane koçî Kobanê bikin, diyar kirin ku xelkê bajar gelek alîkariya wan kiriye û malên xwe ji wan re vekirine.

Dayikên Şehbayê: Xelkê Kobanê malên xwe ji me re vekirin
18 kanûn, 2024   06:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Helîma Nehsan Beko û Semîra Osman ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar man ji herêma Efrîn-Şehbayê cara duyemîn koç bikin û li Kobanê bicîh bûne, qala bûyerên bi serê wan hatine, kirin.

HELÎMA NEHSAN BEKO: MA EMÊ HÎNA ÇI BIBÎNIN

Helîma Nehsan Beko ji gundê Caqê yê Efrînê ye, di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2018'an de, neçar maye ku koç bike û piştî gelek zehmetiyan li Til Rifatê bicîh bûye. 

Li gorî gotinên Helîmayê, êrişên çeteyên dewleta Tirk li vir jî ranewestiyane û piştî êrişên 29’ê Mijdara2024’an dîsa mecbûrî koçberiyê bûye.   

Di koçberiya dawî de Helîma û malbata xwe li gel sedan malbatên din, 2 rojan di rê de mane. Hurgiliyên vê rêwitiyê Helîma wiha tîne ziman: “Zarokên me li ber sermayê man, tî û birçî bûn. Di rê dê çeteyan heqaret li me kir, gotinên kirêt ji me re gotin. Ma em ê hîna çi bibînin, me du caran koçberî jiyan kir.”

Helîma diyar kir ku li Kobanê pir baş hatine pêşwazîkirin û alîkariya wan hatiye kirin. Helîma dixwaze ku gavên çaseriyê werin avêtin û ew jî karibin vegerin ware xwe.

SEMÎRA OSMAN: ME NIKARÎBÛ DENGÊ XWE BIKIN

Semîra Osman jî piştî dagirkirina Efrînê ya sala 2018’an ji neçarî koçî Şehbayê kiriye. Di êrişa dawî da ya çeteyan û dewleta Tirk a dagirker de ew jî, bi malbata xwe re destpêkê hatiye Tebqa, ji wir jî hatiye Kobanê.

Semîra Osman got: “Dema em ji Şehbayê derketin, di rê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk, dîmenên me digirtin û bi me dikeniyan. Digotin ‘Kurd diçin, Kurd diçin’, me nikaribû dengê xwe bikira. Eger me dengê xwe bikira, wê em hemû bikuştana.”

 Semîra bi gotinên wekî, “Ma hîn çi ji me dixwazin. Em dibêjin êdî bes e ji van kesên xwînmijre. Divê em jî hêrsa xwe li hemberî wan zêdetir bikin.

Semîra diyar kir gelê Kobanê ew gelekî baş pêşwazî kirine û got: “Em bi wan serbilind in. Alîkariya me kirin, malên xwe jî me re vekirin, em spasiya wan dikin.”

ANHA