Li kolanên Qamişloyê sekna xweparastinê

Bi helwesta “Ji çekê heta bi kevir û daran be jî em ê xwe biparêzin” şêniyên ku li bajarê Qamişlo bi şev û roj parêzvaniyê dikin, bi rewşa awarte re li ser pêyan in.

Li kolanên Qamişloyê sekna xweparastinê
Li kolanên Qamişloyê sekna xweparastinê
Li kolanên Qamişloyê sekna xweparastinê
Li kolanên Qamişloyê sekna xweparastinê
Li kolanên Qamişloyê sekna xweparastinê
18 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, metirsiyên derketina DAIŞ`ê û ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, xelkê herêmê bi ciwan, jin û temenmezinan ji bo ewlekariyê bajarên xwe diparêze.

Sîstema parastinê ji aliyê Hêzên Parastina Civakê (HPC) ve bi destê komîteyên parastinê yên komînan û şêniyên taxan pêk tê. Li kêleka parastina danê sibehê, her roj dema ku roj diçe ava, bi rêya gera di nava kolanan de û sekna li ser bendên kontrolê, çavdêriyê dikin.

Li xalên parastinê yên li Qamişloyê der barê girîngiya xweparastinê de parêzvanan nêrînên xwe bi ajans me re parve kirin.

Şêniya ji taxa Hilêliyê Leyla Mio da zanîn ku ew bi pêşxistina asta çavdêriya taxên xwe, dixwazin herêmê ji çeteyan biparêzin. Bi vê gavê dikarin bêhtir destkeftiyên gelan ên ku di şoreşê de bi dest xistine, biparêzin.

Leyla Mio diyar kir ku ew ê bi hev re bi yekdestî herêmên xwe biparêzin, israra wan a azadiyê nayê tune kirin û wiha got: “Ji çekê heta bi kevir û daran em ê parastina xwe bikin. Em nahêlin dijmin nêzî xaka me bibe û dagir bike. Dewleta Tirk dewleteke hov e û xwesteka wî qetilkirin û qirkirin e.”

Şêniyê ji taxa Zihûr ê bi navê Hesen Hesen jî destnîşan kir ku ew ji bo parastina xelkê ji şaneyên veşartî bi roj û şev çavdêriyê dikin û banga hişyariyê li gel kir ku rê li ber planên xerabkaran bigirin.

Ji ber rewşa awarte ji 8`ê Kanûnê ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketinê ragihandiye. Herî dawî biryara qedexeyê ji saet 17:00-08:00`an e. Her wiha kombûyîn jî hatine qedexekirin.

(sb)

ANHA