Dayikên Aştiyê li 10 bajaran daxuyanî dan: Divê Rêber Abdullah Ocalan êdî azad be

Dayikên Aştiyê ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî dan, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û got "Em ê ji bo civakeke demokratîk û aştiyê tê bikoşin. Her wiha em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin."

Dayikên Aştiyê li 10 bajaran daxuyanî dan: Divê Rêber Abdullah Ocalan êdî azad be
10 kanûn, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de ku daxwaza pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. 

AMED

 Meclisa Dayîkên Aştiyê ya bajarê Amedê a Bakurê Kurdistanê jî li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê tevli daxuyaniyê bûn.

 Li vir ewilî Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke axivî û diyar kir kesê çareseriyê bîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzî salek derbas bû. Bi banga 27ê Sibatê PKKê xwe fesix kir. Lê dewletê hê jî tu gav neavêtine. Tê gotin ‘qonaxa yekemîn bi dawî bû’ lê me heta niha tu gav nedîtine. Tenê li Meclisê Komîsyon hat avakirin lê ne bes e. Komîsyon çû Îmraliyê lê diviyabû di serî de Dayikên Aştiyê çûbûyan Îmraliyê. Dayîkan gelek êş kişandin lê hê jî destên xwe têxin di binê kevirî de. Em dixwazin herin Îmraliyê. Bila dayîkên Tirk jî destê xwe bidin destê me. Em aştîxwaz in. Divê mafê hêviyê pêk were. Tevahiya cîhanê dît ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.”

 Paşê Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran axivî. Havva Kiranê destnîşan kir ku dem dema aştiyê ye û bang li CHPê kir ku li dijî aştiyê tevnegere. Havva Kiranê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Em çûn Komîsyonê me got ‘em bi zimanê xwe biaxivin.’ Lê li Meclisê destûr nehat dayîn ku em bi Kurdî biaxivin. Tiştê herî pîroz zarokên dayîkan e. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Dayîkên Kurd tu carî zimanê şer bi kar neanîne. Îro dayîk her roj diçin şînan lê tu carî negotiye ‘êşên min zêdetir e.’ Aştî ji me re ferz e, em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin. Aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan dixwazin. Ji bo adalet tunebû zarokên me li hem ber bêhiqûqiyê sekinîn. Banga ma ji her kesiye ku destên xwe texin di binê kevir de. Ji beriya nan û avê aştî ji me re pêwîst e.”

 ŞİRNEX 

 Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Bajarê Şirnexê a Bakurê Kurdistanê li şaxê Şirnexê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Cîzîrê daxuyaniyek da. Ji bilî dayikan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika Aştiyê Behiye Nayir di çalakiyê de axivî û got, "Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê yekê, divê Rêber Abdullah Ocalan azad be.

 Dayika Aştiyê Nebîha Akay got, "Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan, êdî mirin tune. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û aştiyê bixwaze. Aştî bi şer, çek û mirinê nayê. Em aştiyê dixwazin. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Divê hemû dayik, dayikên leşker û gerîlayan destên xwe bidin hev û bibêjin 'em aştiyê dixwazin'. Bêyî azadiya Rêberê me, aştiya rastîn pêk nayê."

 Dayikên Aştiyê yên ku piştre axivîn daxwazên xwe anîn ziman û gotin, "Em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.

RİHA

Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ya bajarê Rihayê a Bakûrê Kurdistanê jî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Ji bilî Dayikên Aştiyê, şaxa Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî civîna çapemeniyê bû.

 Daxuyanî li ser navê dayikan ji aliyê Dayika Aştiyê Adalet Çay ve hate dayîn.

 Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

 WAN

 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Bajarê Wanê a Bakûrê Kurdistanê ji bo biçin Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê jî amade bûn.

 Dayika Aştiyê Guleser Îşlerê diyar kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêber Apo  re hevdîtinê bikin. Guleser Îşlerê da zanîn ku ew ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku di komîsyona ku diçe Îmraliyê de cih bigirin û got: “Heyet diçe, lê em jî dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bikin. Em dixwazin aştî pêk were.

 Piştre endama Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Hediye Koçak mafê axaftinê girt û diyar kir ku dayikan gelek bedelên mezin dane û zarokên xwe winda kirine. Hediye Koçakê bal kişand ser tevlibûna wan a di komîsyonê de û ev tişt got: “Me bedelên giran dan, me zarokên xwe winda kirin û niha em aştiyê dixwazin. Banga min ji bo hemû gelê Kurd e.

ÊLİH

 Meclisa Dayikên Aştiyê li şaxê Bajarê Êlihê a Bakûrê Kurdistanê yê ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek daxuyanî da, bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan ya 27'ê Sibatê û ji desthilatê xwest ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Kamîle Şîmşekê got: "Serok Apo ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih anî. Li gel vê yekê PKK'ê jî ya pêwîst kir. Li gel vê jî dewlet çima ya pêwîst nake."

 Şukran Sîncarê jî anî ziman ku divê hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan ji dest neyên berdan û got: "Em dixwazin bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Ne li Îmraliyê lê li meclîsê em dixwazin vê hevdîtinê bikin. Bila Serok Apo bînin meclîsê. Bi hatina wî re wê dawî li mirina mirovan bê."

 STENBOL

Dayikên Aştiyê yên li Bajaêr Stenbolê a Tirkyê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Rewşan Donerê ragihand ku aştiyeke mayinde bi azadiyê dibe û xwest, biryara mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi cih bê anîn. Rewşan Donerê got: "Bila yên provakasyonan dikin eşkere bikin û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Em jî dixwazin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin û di komîsyonê de cih bigirin."

 Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

 EDENE

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Bajaêr Edeneyê ya Tirkiyê jî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê daxuyaniyek da. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Azîze Gultekîn daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî kir. Azîze Gultekîn, bi balkişandina ser polîtîkayên tecrîdê "mafê hêviyê" bin pê dike, diyar kir ku aştiya mayînde tenê bi azadiya Abdullah Ocalan mimkun e.

 MÊRSÎN

 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê daxuyaniyek da. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî kir.

 ÎZMÎR

 Meclisa Dayikên Aştiyê ya bajaêr Îzmîrê jî li ofîsa şaxa ÎHD ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku daxwaza hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bike kir. Ji bilî Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û Meclisa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) jî beşdarî civînê bûn. Li ser navê dayikan Hatice Tunç daxuyaniya çapemeniyê xwend.