Kongreya Îslama Demokratîk Til Hemîsê civînek li dar xist

Kongreya Îslama Demokratîk a Til Hemîsê civînek li dar xist. Di civînê de rola oldaran di komîteyên lihevanînê yên komînan de hat nîqaşkirin.

Kongreya Îslama Demokratîk Til Hemîsê civînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk Til Hemîsê civînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk Til Hemîsê civînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk Til Hemîsê civînek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk Til Hemîsê civînek li dar xist
10 kanûn, 2025   15:32
TIL HEMÎS

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê civînek li hola Navenda Çandê ya bajêr li dar xist. Di civînê de nûnerên Rêveberiya Kar û Barên Mizgeftan, hevserokên komînan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de berpirsê Kar û Barên Mizgeftan Şêx Elî Resûl li ser rola oldaran di komîteyên lihevanînê de û pêwistiya çalakkirina vê rolê axivî.

Rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk Mesûd Dawûd jî got: "Komîn bingeha neteweya demokratîk e û komîn û mela pirsgirêkên herêmê çareser dikin.”

Dawûd got divê hevkarî di navbera hevserokatiyên komînan û oldaran de hebe û hemû pirsgirêkên herêmê werin çareserkirin.

Di dawiya civînê de pêşniyar li ser rêbazên pêşxistina hevkariyê di navbera saziyên olî û komînan de, hatin kirin.

(mh)

ANHA