Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin

Bi dehan şêniyên Hesekê û gundewarên wê tev li merasîma xiyabî ya ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel şehîd Şîlan Çiya bûn. Şêniyan soza têkoşîna li ser rêya şehîdan da.

Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin
Ji bo şehîd Şîlan Çiya merasîma xiyabî hate lidarxistin
10 kanûn, 2025   14:30
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Koçberên Efrînê, merasîmek xiyabî ji bo şervana HPG'ê şehîd Şîlan Çiya (Emîna Halîla) ku di 15'ê Kanûna 2024'an de li herêma Zapê şehîd bû, li dar xistin.

Merasîm li bajarokê Sifeya yê gundewarê Hesekê hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojîn Necîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd Şîlan Çiya re xwest. Rojîn got, "Şehîdan bi dilên tije baweriyê têkoşiyan, fêrî me kirin ku rûmet nayê kirîn, û welat ne ji bo firotanê ne, lê hêjayî qurbanîdanê ne."

Endama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hebûn Akin jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîd da. Hebûn wiha lê zêde kir, "Her çend Şîlan şehîd bû jî, bi hezaran jin dê çekan hilgirin û têkoşîna wê bidomînin."

Endama Kongrea Star, Dehla Ehme jî axibî û got: "Îro, em di bin vî konî de şehîdên azadiyê yên ku ji bo mafên jinan û ji bo civakek azad tev li berxwedanê bûne bi bîr bînin."

Ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fatma Hesen jî got: "Ruhê şehîd Şîlan hemû şehîdên azadiyê tîne bîra me. Em li ber şehîdên ku bi xwîna xwe dîroka azadiyê nivîsandine bi rêzdarî radiwestin."

Di dawiya mersîmê de belgenameya şehîd ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Êva Ebdo ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(k)