Dayikên Aştiyê: Deriyê sînor ê Kobanê vekin, bila alîkarî biçe

Dayikên Aştiyê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi daxuyaniyan piştgirî dan berxwedana Rojava û gotin, "Eger rewş bi vî rengî dewam bike em ê sînoran nas nekin, dîwaran rakin û bi hezaran dayik derbasî aliyê din ê sînor bibin."

Dayikên Aştiyê: Deriyê sînor ê Kobanê vekin, bila alîkarî biçe
3 sibat, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Dayikên Aştiyê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi daxuyaniyên cûda piştgirî dan Rojava.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê daxuyanî li Parka Karayollari hate dayin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Yek e yek e yek e! Gelê Kurd yek e” hatin qîrîn.

Dayika Aştiyê Gûrbet Tekîn diyar kir ku ti cudahî di navbera hikûmeta demkî û DAÎŞ'ê de nîne û got, "Yên ku keziyên keçên me jê dikin, yên ku wan ji qatên sêyemîn diavêjin, serê wan jê dikin, van hemûyan bi navê Misilmantiyê dikin. Lê belê ev Misilman nînin, hovîtî ye. Li Kobanê zarok ji birçîbûnê û sermayê jiyana xwe ji dest didin. Li deriyê sînor ê Kobanê 5 roj in qemyonên alîkariyê têne rawestandin. Em bang dikin ku derî tavilê vekin. Eger bi vî rengî dewam bike em ê sînoran nas nekin, dîwaran rakin û bi hezaran dayik derbasî aliyê din ê sînor bibin."

AMED

 Li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li ber AZC Plazayê daxuyaniyek hate dayin. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye" hate hildan.

Dayika Aştiyê Havva Kiran daxuyanî da û got, "Rojava xeta me ya sor e. hewl tê dayin di navbera Kurd û Ereban de şer bê derxistin, bila herkes bizane Kurd dixwazin bi rengekî azad, bi her kesî re wekhev bijîn.

Havva Kiran işaret bi dorpêça li ser Kobanê kir ku li gel peymana hatiye mohkirin jî dewam dike û got, "Hûn çima keziyên jinan jê dikin. Em tayek porê keçên xwe bi tevahiya cîhanê naguherin. Eger ev jin ji bo azadiya vê xakê şer dikin, em bi hurmet nêzî wan dibin."

WAN

Daxuyaniya li pêşiya Baroya Wanê bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Dayikan dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" qîriyan. Em vê helwesta dewletan a li hemberî Kurdan ti carî qebûl nakin. Bila dagirkerî bê rakirin û alîkariya li ber derî bigihêje wê derê. Em dixwazin ku têkildarî pêvajoya aştiyê ya saleke dewam dike êdî gav bê avêtin. Bila azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were, welatê me aram bibe."

RIHA

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li dijî ambargoya li ser Kobanê û geşedanên li Rojava li Parka Novada ya navenda Rihayê daxuyanî da. Kobanê hatinê berhevkirin divê demildest derbasî Kobanê bibe.

ŞIRNEX

Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê li dijî êriş û dorbêça li ser Rojava li cadeya Alanya ya navçeya Hezexê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta, “Sonda kezîzerên me ne rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên,” Her keziyek hêvî û azadiyê dihewîne”,” Dayik rûmeta têkoşînê ne” hatin hilgirtin.

Ser navê Dayikên Aşitiyê Behiya Nayir daxuyanî xwend û got:

“Em vê zilm û zordastiya li ser gelê me qebûl nakin. Dibê ku tu dayik li dijî van êrişan xwe bêdeng nekin.”

Piştre parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û diyarkir ku heta nasname û hebûna Rojava bê naskirin wê her li qadan bin.

Daxuyanî bi tililî û dirûşmeyên,”Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

ÊLIH

Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê têne kirin daxuyanî dan û gotin: “Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em dixwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin.”

Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ku li ser rojavayê Kurdistanê têne kirin daxuyanî dan.

Ser navê Dayikên Aştiyê Şukran Sîncar daxuyanî da û got: Divê deriyê sînor ê Kobanê vebe. Kobanê kezeba me ye. Em weke dayikên aştiyê şer naxwazin em aştiyê dixwazin. Heta yek dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin.”

SÊRT

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî da çapemeniyê.

Li ser navê Dayîkên Aştiyê Maşalah Arslan axivî û got: “Em dayîkên aştiyê ne em aştiyê dixwazin. Bes e êdî bila aştî bê vî welatî. Em yekîtiya gelê Kurd jî pîroz dikin. Jinên me yên ciwan dikujin û wan di avahiyan de diavêjin, em vê yeke şermezar dikin. Ew keziyên ku hetin jêkirin ji dilê me dernakeve.”

Daxuyanî bi tilîliya û bi lêdana çepikan bi dawî bû.

BEDLÎS

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê li ber Parka Filistînê ya li Tetwanê derbarê êrişên li ser Rojava de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Nûnerên partî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika aştiyê Îpek Canbey di daxuyaniyê de axivî û got: “Em daxwaza vekirina deriyê sînor ê Murşîtpinarê dikin. Em ê destûrê nedin parçekirina Kurdistanê. Em van êrîşan û vê komploya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Wek Dayikên Aştiyê, em bi israr li hemberî van êrişan radiwestin. Em amade ne ku her tiştê ku ji destê me tê ji bo seferberiyê bikin. Îradeya me pir xurt e, hûn ê nikaribin îradeya me bişkînin. Kurdistan ne çar perçe ye, Kurdistan yek e.”

STENBOL

Li navçeya Beyoglû ya Stenbolê li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr daxuyaniyek hate dayin. Dayika Aştiyê Rewşan Doner axivî û got, "Li Kobanê zêdeyî 600 hezar mirov dorpêçkirî ne. Av, nan, elektrîk nîne. Di sedsala 21'ê de zarokên Kurd ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin; bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin."

ÎZMÎR

Dayikên Aştiyê li Îzmîrê jî li ber avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û got, " Em dixwazin dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Qemyonên alîkariyê yên hatine amadekirin ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê bêne derbaskirin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo destpê bike. Em dixwazin xwişk û biratiya gelên Kurd û Ereb, gelên Kurd û Tirk pêk were."