Çekdarên hikumetê malên Kurdan ên li Reqayê talan kirin

Komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê malên Kurdan ên li Reqayê û gundewarên wê talan kirin.

Çekdarên hikumetê malên Kurdan ên li Reqayê talan kirin
3 sibat, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Reqayê, endamên van koman malên Kurdan ên li bajêr û gundewarên wê talan kirin.

Di dîmenan de ku hatine weşandin, xuya dibe ku endamên komên çekdar kel û pelên malan û erebeyên xelkê ku ji malên xwe koçber bûye, talan dikin.

(k)