Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi Eqnereyê ve ketin rê

Dayikên Aştiyê, ku dê sibê li Enqerê li dijî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê hevdîtinan bikin, bi girseyî ber bi Enqerê ve bi rê ketin.

Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi Eqnereyê ve ketin rê
12 ÇILE, 2026   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê yên ji bakûrê Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo protestokirina êrîşên çeteyên hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ber bi Enqerê ve çûn. Dayikên ku dê sibê saet 11:00'an de bigihîjin Enqerê, dê li ber Îstasyona Metroyê ya Pirtûkxaneya Neteweyî ji aliyê girseyeke mezin ve werin pêşwazîkirin. Ji wir, ew ê ber bi Konsolosxaneya Sûriyeyê ve bimeşin û civînên cûrbecûr li dar bixin. Dayikên Aşitiyê bi şîyara "Rojava qet bi tenê nîne û em ê heta dawiyê li pişt Rojava bisekinin û  "Sirûda Çerxa Şoreşê" hat gotin.

Wan 

Meclîsa Dayikên Aştiyê, ku ji Rêxistina bajarê Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ber bi Parka Musa Anter ve meşiya, bi girseyî heta otobusê meşiyan. Di merasîma xatirxwestinê de, dirûşmeyên wekî "Ji şer re na, aştî niha" hatin berzkirin.

Koma ku piştî derketina ji Wanê dê Dayikên Aştiyê li Tetwanê werbigire, dê ji wir biçe Amedê da ku bi girseya li wir re bicive. Bi tevahî 39 Dayikên Aştiyê yên ji Serhedê, tevî yên ji Tetwanê, dê biçin Enqerê. 

ŞİRNEX

 Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Botanê ji bo meşa wan a li dijî êrîşên li ser Helebê ya li Enqerê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseyeke ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di nav de bûn, li ber avahiya Rêxistina Navçeya Cîzîrê ya DEM Partiyê kom bûn da ku Dayikên Aştiyê ber bi Enqerê ve bibin. Di merasîma pêşwazîkirinê de, pankartên bi nivîsên "Rojava rûmeta me ye", "Yan aştiyeke bi rûmet an berxwedaneke bi heybet" û "Parastina Rojava parastina gel e" hatin hilgirtin, her wiha sloganên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava rûmeta me ye", "Rojava Rojhilat Kurdistan yek welat e", "HTŞ ya Kujer, ji Rojava derkeve" û "Bijî berxwedana dayikan" pir caran hatin berzkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de "Sirûda Çerxa Şoreşê" hat gotin.

RİHA

 Li Rihayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Rêxistina bajarê Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa "Diyariya herî baş a ku meriv bide dayikan aştî ye" hate daliqandin.

 Dayika Aştiyê Adalet Çay êrîşên li ser taxên Şêxmeqsût û Eşrefîye şermezar kir û got, "Rojava qet bi tenê nîne û em ê heta dawiyê li pişt Rojava bisekinin. Bi hezaran sal in ku Kurd ji malên xwe hatine derxistin. Wan cihên ku Kurd ji hezar salan zêdetir lê dijîn wêran kirin. Heta nexweşxane jî wêran kirin. Wan gelê Kurd neçar kirin ku koçber bibin. Çar aliyên Kurdistanê yek in. Em ê her tim li aliyê Rojava bin û em ê bi ser bikevin."

Amed

Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê li Parka Koşuyolu ya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî dan û ber bi Enqereyê ve rê ketin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dayik rê nadin şer” daliqandin û dovîzên “Rojhilat rûmeta me ye”, “Rojava rûmeta me ye”,”Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat” rakirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê û oxirkirina dayikan bûn. Daxuyaniyê endama Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke xwend.