Ferhan Hec Îsa: Kobanê dê Kobanê bimîne

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kobanê hewldanên guhertina navê Kobanê wek berdewama feraseta rejîma Baasê bi nav kir û got “Kobanê wê Kobanê bimîne.”

Ferhan Hec Îsa: Kobanê dê Kobanê bimîne
14 tîrmeh, 2026   02:35
KOBANÊ
DICLE EHMED

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa têkildarî hewldanên hikumeta demkî yên erebîkirina navê Kobanê ji ajansa me re axivî.

Heran Hec Îsa diyar kir ku Kobanê semboleke dîrokî û mirovî ye, nabe kes nêzî wê bibe. Hec Îsa hewldanên guhertin an erebîkirina navê Kobanê red kir û bang li hikumeta demkî kir ku dest ji siyasestên erebîkirinê yên rejîma Baasê berde.

Ferhan Hec Îsa got: “Em îro li pêşberî rojeveke dîrokî û girîng ji bo siberoja gelê xwe ne. Em li pêşiya naveke xwedî semboleke dîrokî ya cîhanî ne. Dema navê Kobanê tê gotin mirov hebûna xwe hîs dike û şad dibe."

Hec Îsa anî ziman ku Kobanê ji bo xelkê xwe êş û xweşî ye, dema cîhan behsa Kobanê dike her kes jê hez dike. Her wiha da zanîn ku Kobanê erdîngariyeke biçûk e, lê li cîhanê bûye mînaka berxwedanê.

 ‘KIRYARÊN EREBÎKIRINÊ RED DIKIN’

Ferhan Hec Îsa bi bîr xist ku rejîma Baasê navên gund û bajarên Kurdan kirin erebî û ev mînak anîn ziman: "Şêran kirin El Ferezdeq, Helinc kirin El Xesanî, Şawk kirin El Cewhere, hwd. Di serdema Baasê de dema me li nexşeya Sûriyeyê dinêrî me nedizanî navên gund û bajarên me hatine erebîkirin."

Hec Îsa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên hikumeta demkî jî û got: “Şerm e ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê re ku bi heman hişmendiya rejîma Baasê nêzî navê Kobanê bibe. Li dijî Kobanê sûc û binpêkirinên herî xirab meşandin û hewl dan hebûna gel li ser vê erdîngariyê ji holê rakin û destdirêjî nirx, çand û mîrateya gelê Kobanê bikin."

Ferhan Hec Îsa bang li hikumeta demkî kir ku lêborînê bixwaze û mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsoger bike û binpêkirinan rawestîne.

Hec Îsa bi domdarî got: “Divê em bi navan dest pê bikin, paşê hebûna gelê Kurd wekî neteweyeke resen li welat bê naskirin. Ji Îbrahîm Henano heya mamoste Osman Dadildî vî gelî ji bo wekhevî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de têkoşîna kirine û berdêl daye. "

`KOBANÊ SEMBOLEKE CÎHANÎ YE`

Hec Îsa diyar kir ku Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Kobanê bi navê Kobanê ve girêdayî ne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em wekî Rêveberiya Xweser a Kobanê û tevahî xelkê Kobanê li ser navê Kobanê bi israr in. Em guhertina navê Kobanê red dikin. Osmaniyan hewl dan navê wê biguhertin, lê bi ser neketin û rejîma Baas jî heman tişt ew jî bi ser neket. Kobanê wê bimîne Kobanê.”

Ferhan Hec Îsa destnîşan kir ku Kobanê ji bo hemû cîhanê sembolek e, ji ber vê yekê 1`ê Mijdarê 2014`an wek Roja Berxwedana Kobanê hate ragihandin û got: “Ê bixwaze, nexwaze wê Kobanê bimîne Kobanê. Kobanê hebûn, nasname, çand û zimanê şehîdên me ye ku xwe ji bo wê feda kirin.”

Ferhan Hec Îsa bi van gotinan bang li hikumeta demkî kir "Zîhniyeta Baasiyan ya hilweşyayî nemeşîne. Mafê tu kesî nîn e ku navê Kobanê biguhere. Em hêvî dikin ku ew bighêjin baweriya ku navê Kobanê dê wekî xwe bimîne. Gelê Kurd bi israr e ku ev nav neyê guhertin.”

(sb)

ANHA