‘Rêber Apo rih, dil û mêjiyê me ye’

Jinên Kantona Firatê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan rih, dil û mejiyê wane, divê ew ji bo azadiya fîzîkî têbikoşin.

‘Rêber Apo rih, dil û mêjiyê me ye’
11 nîsan, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Ev 27 sal e dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike. Têkildarî mijarê jinên ji kantona Firatê ji ANHA`yê re nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Meclisa Ol û Baweriyan a Kobanê Şêrîn Mihemed tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bêyî Rêber Abdullah Ocalan tu pirsgirêk nayên çareserkirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên dinyayê binpê kirine. Dewleta Tirk bû 27 sal e Rêber Apo xistiye zindanê, her roj tecrîdê di hundirê tecrîdê de li ser Rêberê Apo rêberê mirovahiyê girantir dike."

Şêrîn Mihemed da zanîn ku divê her kes rabe ser piyan da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bike û wiha pê de çû: "Em wek jinên cîhanê dibêjin em jî dengê xwe bilind bikin û rabin ser piyan da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û rêberê xwe di nava xwe de bi fîzîkî bibînin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Xanim Elî destnîşan kir ku piştî banga dîrokî ya Rêber Abdulllah Ocalan, dewleta Tirk a dagirker hîna tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û got: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin êdî bes e. Piştî banga dîrokî ya Rêbertî tu guhertin ji aliyê dewleta Tirk de nehatin çêkirin, ew hîna qanûnan binpê dike."

Xanim Elî diyar kir ku çavê wan her tim li deriyê Îmraliyê ye, heta ku ew Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di nava xwe de bibînin.

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemed jî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze gel bê deng bike, lê daxwaza gel her tim azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Em wek jinên Kurd û jinên tevahî cîhanê her tim li qadan bin û tê bikoşin heta em Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de dibînin. Rêber Apo çavê me li dinyanê vekir. Lewma em bi Rêber Apo ve girêdayî ne, ew ji bo me rih, dil û mêjî ye.”

Rodîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Rêber Apo ne rêberê gelê Kurd tenê ye, Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye. Ji ber ku Rêber Apo mafê tevahî pêkhateyan parast, divê em jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

ANHA