Dayika şehîd Ronî Welat: Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im

Dayika şehîd Ronî Welat di merasîmê sersaxiyê de got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e.

Dayika şehîd Ronî Welat: Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im
9 kanûn 2023   17:31
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Ji bo endamê Fermandariya QSD′ê Ronî Welat (Şêrwan Hesen) ê 5′ê Kanûnê di êrişeke terorîst de li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbû, konênn sersaxiyê li pêşiya mala wî ya li taxa Xanîka ya bajarê Qamişloyê hat vedan. Bi sedan kes herikîn bin kon û sersaxî xwest. Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin û gelek kes axivîn.

Dayika şehîd Ronî Hediya Hesen bi serbilind pêşwaziya welatiyan kir û got, serê wê bi şehadeta kurê xwe bilind e. Her wiha têkoşîna şehîd Ronî bi lehengî pênase kir.

(bb)

ANHA