Li Reqayê pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê pêşangeheke pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

9 kanûn 2023   17:29
REQA

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Reqayê pêşangeheke pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

Pêşangeh li avahiya kombûnê ya li Reqayê  bi beşdarbûna endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê, endamên Meclisa Idlib El Xedra, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin.

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Esma Şehade axivî û diyar kir ku wekî Rêber Abdullah Ocalan dibêje, asta serkeftina jinan girêdayî perwerde, rêxistin û xebata wan.

Esma Şehada got:"Ji vir em berxwedana Îmraliyê û berxwedana tevahî gelên azadîxwaz û têkoşîna wan a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan silav dikin."

Her wiha Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Emel Casim piştgiriya xwe bi pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Belavbûna pêngavê li seranserî cîhanê îsbat dike ku projeya me demokratîk e. Ev proje li tevahî cîhanê bûye mînak û şoreşa me ya jinan ku pêşengiya vê projeya demokratîk dike îsbata vê yekê ye. Têkoşîna me wê dewam bike ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Bi saya fikr û felsefeya wî jin bûne fermandar û di tevahî qadan de pêşengiyê dikin."

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Idrîs pêşangeh li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û anî ziman ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû, di heman demê de li dijî tevahî gelên azadîxwaz bû.

Rîm Idrîs destnîşan kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan jina eleqedar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye jinan da ku beşdarî avakirina civakeke azad bibin."

Deriyê pêşangehê ji aliyê hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Rîm El Hemûd ve hat vekirin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

(bb)

ANHA