Di panelekê de girîngiya neteweya demokratîk vegot

Komîteya Têkiliyan a PYD′ê panelek bi sernavê "Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Çareseriyên Ocalan" li dar xist. Di panelê de girîngiya pêkanîna neteweya demokratîk hate nîqaşkirin.

9 kanûn 2023   20:14
HELEB

Panel li hola Civînan a 8′ê Adarê ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Hejmarek siyasetmedar, nûnerên YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Saziyên Sivîl û meclisên jinan amade bûn.

WELATIYEK AZAD Û JIYANEKE DEMOKRATÎK

Piştî deqeya rêzgirtinê 9 mijarên panelê ên li ser aliyên neteweya demokratîk hatin xwendin. Siyasetmedarê serbixwe Enwer Mûsa diyar kir ku rêbaza ku Rêber Abdullah Ocalan di analîzkirina cewhera hebûna gerdûnî, mirovî û civakî de pejirand, rêbaza felsefî ya zanistî ya li ser esasê mîtolojî û olê ye ku hafizeya civakî pêk tîne. Her wiha got, Rêber Ocalan di analîzên xwe de xwe dispêre tez-antî tez  ku sentezeke nû derdikeve.

NÎVXWESERIYA DEMOKRATÎK

Çalakvanê siyasî û rojnamevan Cemîl Reşîd bal kişand ser jiyana siyasî û nîvxweseriya demokratîk û got: ′′Eger em li avabûna mirovan vegerin, em ê azadiya mutleq a mirovan bibînin. Lê bi dreketina tova desthilatê an ku dewletê re azadiya mirov hat astengkirin. Ramanê Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê ji bo tevahî gelan e. Projeya neteweya demokratîk li ser rêya durist dimeşe û encamên baş bi xwe re tîne ku dikeve xizmeta gelan berevajî armancên dewletê."

DI NETEWEYA DEMOKRATÎK DE JIYANA CIVAKÎ

Rêvebera Akademiya Star a Kongra Star Muna Kebek jî bal kişand ser aliyê civakî yê neteweya demokratîk û diyar kir ku neteweya demokratîk ji parçebûna civakê û nakokiyên wê yên dikevin xizmeta desthilatê de çareserî ye. Her wiha got, li gorî neteweya demokratîk divê şoreşeke zihî li dijî zihniyeta desthilatdar a baviksalar rabe.

NÎVXWESERIYA ABORÎ

Kesayetê serbixwe Îsam Ezûz jî îşaret bi nîvxweseriya aborî ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, kir û wiha şîrove kir: "Pêwîstiya bi aboriyê li ser esasê berhemdayînê ava bûye. Divê her ferdek di civakê de berhemdar be. Divê serwet bi awayekî adilane werin belavkirin û li ser esasê xwetêrkirinê be."

ÇAND

Endama PYD′ê Meyada Erebo mijara çandê hilbijart û wiha got: "Girêdana bi çand, ziman, kevneşopî û dîrokî ve mîsogeriya hebûna nasnameya gelan e. Ev yek jî hêzê dide neteweya demokratîk."

XWEPARASTIN

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Pergala Xweparastinê Bahoz Erdal mijara xweparastinê şîrove kir û wiha nirxand: "Ji bo pêkanîna mekanîzmeya xweparastinê, divê em vegerin dîrok û çand û mîrasa herêma Rojhilata Navîn a demokratîk a beriya zêdetirî 12 hezar sal berê an ku şoreşa çandinî. Mînak gelê Kurd bi rêya xweparastinê hebûna xwe parastiye."

DÎPLOMASÎ

Endamê PYD′ê Welîd Hebeş bal kişand ser dîplomasiyê di neteweya demokratîk de û wiha şîrove kir: "Dîplomasî di dirêjahiya dîrokê de rêûresmeke bisînor a vegotina kevneşopî ya têkiliyên cîrantiyê yên di navbera komên mirovan de bû û xwedî nirxek mezin bû, lê dewleta netewe ji ber meyla qezenckirinê komên mirovan ji hev parçe kir û şer û nakokî di navbera wan de ava kirin. Lê di neteweya demokratîk de dîplomasî rolek mezin di jiyana civakê de list û dan û standin di navbera civakan de xurt dike."

SAZKIRINA QANÛNAN

Sekreterê Giştî yê Partiya Guherîn û Ronesansê Mistefa Qelecî girîngiya pêşxistina qanûnan ji bo berjewendiyên mirovan a bêyî cudabûna tebeqeyan diyar kir û wiha got: “Divê em qanûnan ji bo berjewendiya mirovan bêyî cudabûn pêş bixin. Neteweya demokratîk têgeheke berfireh û pir girîng e û divê em wê pêk bînin. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn gelek tevlihev in, ez ê wan di du hevokan de bi kurtî binivîsim, ya herî girîng pirsgirêka Filistînê û pirsgirêka Kurdên me yên li Sûriyeyê ne. Divê gel pirsgirêkên xwe çareser bike ji ber ku hemwelatî ne, xwedî heman maf in û xwedî heman erk in.”

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Endamê Meclisa Edaleta Civakî Mihemed Reşo got, têgeha edaleta civakî bi wateya xwe ya kilasîkî yanî belavkirina serwetan û peydakirina derfetên kar bi awayekî adilane û wekhev e. Reşo diyar kir ku edaleta civakî li gorî Rêber Abdullah Ocalan tê wateya bi beşarbûna civakê pergaleke dadmendî  were dîtin ku wekheviyê di navbera ferdên civakê de pêk bîne .

Berdevkê Komîteya Rûspiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Bedran Hemo jî wiha got: "Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin, dîrokê bi rêya projeya neteweya demokratîk vegerand xeta xwe ya xwezayî. Ezmûna Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbata vê yekê ye."

(bb)

ANHA