Yisrael Katz:  Ewlehiya bakurê Îsraîlê şertê vegera Lubnaniyan e

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê hişyarî da ku Lubnaniyên ji ber şerê bi Hizbullahê re penaber bûne û got heta ewlehiya bakurê Îsraîlê neyê garantîkirin penaber venagerin malên xwe.

Yisrael Katz:  Ewlehiya bakurê Îsraîlê şertê vegera Lubnaniyan e
16 adar, 2026   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz hişyarî da ku heta ewlehiya bakurê Îsraîlê neyê garantîkirin, Lubnaniyên ji ber şerê bi Hizbullahê re penaber bûne venagerin malên xwe.

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Katz, heta ewlehiya şêniyên bakurê Îsraîlê neyê garantîkirin, bi sed hezaran şêniyên Şîe yên li başûrê Lubnanê û Beyrûtê malên xwe terk kirine wê venagerin malên xwe yên li herêma başûrê çemê Lîtanî.

(ac/fr)

ANHA