Li Siwêdayê jiyana nexweşên gurçikan di xeteriyê de ye

endameke Komeleya Esdîqa ya Nexweşiya Gurçikan li Siwêdayê ragihand ku madeyên pêwîst ên şûştina gurçikan hindek maye bi dawî bibin. Her wiha diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê siyaseteke sîstematîk li dijî parêzgehê û sektora tenduristiyê dimeşîne.

Li Siwêdayê jiyana nexweşên gurçikan di xeteriyê de ye
20 tebax, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Endameke Komeleya Esdîqa ya Nexweşên Gurçikan li Siwêdayê eşkere kir ku madeyên asîdî û yên ji bo paqijkirina makîneyên şûştina gurçikan hewce ne, hindek maye bi dawî bibin.

Heman endamê da zanîn ku ev pirsgirêk ne normal e, lê belê trajedîk e ku gefê li vê beşê tevda dixwe û got hikumeta veguhêz siyaseteke sîstematîk li dijî parêzgehê û sektora tenduristiyê dimeşîne lewma bang kir ku bilez çareserî were dîtin ji bo ku wan nexweşan ji mirinê xilas bikin.

Li gorî dezgehên çepemeniyê yên xwecih, ji ber dorpêçê, 5 nexweşên gurçikên jiyana xwe ji dest daye ji ber ku di wextê wê de emeliyat ji wan re nehatiye kirin. Tê zanîn ku tenê bi rêya korîdora di navbera Dera û Siwêdayê de, hinek rêxistin alîkariyê dişînin.

Komeleya Esdîqa ya Nexweşên Gurçikan bang li civaka herêmî ya li Siwêdayê, kesên li derveyî welat dijîn û rêxistinên pêwendîdar kir ku ji wan re derman, made û cîhazên şûştina gurçikan peyda bikin.

(ac/şx)

ANHA