Daxuyaniya bidawîbûna Kampanya "Bi birêxistkirina Jinan civak hevgirtî dibe" 

Meclisa Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê di daxuyaniya bidawîbûna kampanyaya "Bi rêxistinkirina jinan civak hevgirtî dibe" de aşkera kir ku 477 civînên girseyî bi beşdariya nêzî 7 hezar jinan û jinên ciwan hatin lidarxistin.

Daxuyaniya bidawîbûna Kampanya "Bi birêxistkirina Jinan civak hevgirtî dibe" 
10 îlon, 2025   15:13
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê îro bi daxuyaniyekê bidawîbûna kampanyaya girseyî ya bi sernavê "Birêxistinkirian jinan civak hevgirtî dibe" ragihand. Kampanya di 10ˊê Tebaxa 2025ˊan de dest pê kir û heta mehekê dom kir.

Di kampanyayê de girseya şêniyan beşdar bû. Di wê çarçoveyê de 477 civîn li 105 gund û bajarokan bi beşdariya 6905 jinên ji temenên cuda, hatin lidarxistin. Armancên kampanyayê ew bûn ku hişmendiya der barê rola birêxistinkirina jinan di pêkanîna nirxên edalet û wekheviyê û xurtkirina hevgirtina civakî de were belavkirin.

Daxuyaniya bidawîkirina kampanyayê li pêş avahiya Meclisa Kombûnê ya Reqayê ji hêla endama rêveber a Komîteya Perwerdeê ya Kombûnê Fatin El Racih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di kampanyayê de girîngîdayîna birêxistinkirina jinan ku hêmana sereke ya pêşxistina rewşa civakî û siyasî ye, derket holê. Şiyana jinan a pêşengtiya înîsiyatîfên civakî derket pêş. Kampanya ne çalakiyek derbasdar bû, lê peyameke aşkera bû ku jin dikare pêşengtiya guhertinê û xêzkirina rêveçûna edaletê û hevgirtina civakî bike. Pêwîst e jin cihên xwe di deste, meclis û cihê biryardayînê de bigirin, aboriya wan were xurtkirin."

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang kir ku berê kampanyayê bidin rêveçûna xebata saziyane ya mayînde, da ku derfetê li pêş înîsiyatîfên siberojê û projeyên aboriyê yên biçûk vekin. Kampanyayên hişmendiyê yên têkildarî mafên jinan ên perwerdehiyê, xebat û beşdariya civakî werin lidarxistin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku "Tiştê me dest pê kiriye li vir nasekine, lê wê bibe menareyek ku em jê hêza xwe ya avakirin û plankirina zêde wergirin. Ji ber ku em bawer in ku pêdiviya civaka me bi her destê ku ava dike, her fikrek plan dike û her dilek ji bo hezkirin û aîdiyetbûnê lêdide, heye."

(fr)

ANHA